Li Kobanê li dijî komplo û tecrîdê meş hat lidarxistin

  • 13:48 28 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Ciwan li navçeya Qinê ya Herêma Firatê li dijî komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.
 
Li navçeya Qinê ya Herêma Firatê bi sedan jinên ciwan li dijî Komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Bi vîna jinên ciwan em ê azadiya Rêbertî misoger bikin” meşek li dar xist. Meşa ciwanên ku bi yek dengî azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin, ji Meclîsa Navçeya Qinê dest pê kir û heta Mefreqa gundê Qordîne dewam kir. Di meşa ku wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên tevgera jinên ciwan hatin hildan de bê navber dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.
 
Piştî meşê, ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û li vir Endama Jinên Ciwan Alîkar Mistefa axivî. Alîkar, diyar kir ku divê her kes ji bo Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan seferber bibe û ev tişt got, “Beriya 25 salan hemû dewletên xwînmij li dijî Rêberê me komployek pêk anî. Armanca komployê qirkirina Neteweya Kurd û jiholêrakirina hêzên parastina gel bû. Di 9’ê Cotmehê de Rêbertî ji Sûriyeyê di encama zext û komployê de derket û berê xwe da Yewnanîstanê. Hêzên komploger xwestin pêşî li lêgerîna azadî ya Rêber Apo ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn bigirin. Ji ber vê komployek navneteweyî li dijî Rêbertî bi destê dewleta Tirk, Amerîka û CIA’yê hate pêkanîn û di 15’ê Sibata 1999’an dîl hate girtin û radestî dewleta tirk a dagirker hate kirin.”
 
'Faşîzim ji ramanên Rêbertî ditirse'
 
Alîkar, destnîşan kir ku komploya navneteweyî ne tenê li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li dijî tevahî gelê Kurdistanê hatiye pêk anîn û wiha dewam kir, “Rêber Apo bi berxwedan û helwesta xwe vê komployê têk bir. Ramanên Rêbertî bûye çavkaniya zanistiyê ya tevahî cîhanê. Bi rêya tecrîda li ser Rêber Apo her roj hewl didin komployê nû bikin. Sedema vê ya sereke jî ew e ku faşîzim ji ramanên Rêbertî ditirse û bi tecrîdê re hewl dide Rêbertî ji gel qut bike.”
 
Alîkar ji ramanên Rêbertî ditirse, anî ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger nebe, gel û jin jî azad nabin û ev bang kir, “Em weke ciwan li dijî komployê seferber in. Teqez em ê li dijî faşîzim û dagirkeriyê rabin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”