Li Îranê ji jinên hatine binçavkirin agahî nayê girtin

  • 13:37 28 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Bokanê yê Îranê ji Solmaz Hesenzade, Şîda Rizayî, bijîşk û endamên komeleya zanista Ebelîk Sîmîn Heyat û Şîrîn Heyat ên ku hatibûn biçavkirin agahî nayê girtin.
 
Solmaz Hesenzade, Şîda Rizayî, bijîşk û endamên komeleya  zanista Ebelîk Sîmîn Heyat û Şîrîn Heyat dema ku 27'ê Îlonê diçûn bajarê rojhilatê Kurdistanê Saqizê li bajarê Bokanê hatin binçavkirin.
 
Jinên ku ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatin binçavkirin, bi hevdîtina telefonê ya malbatê re ragihandin ku hatine binçavkirin. Tu agahî der barê cih û tendirûstiya wan de nehat girtin. 
 
Solmaz Hesenzade xwişka Mihemed Hesenzade yê ku ji ber piştgirî dabû serhildana "Jin jiyan azadî"  ji aliyê hêzên Îranê ve hat qetilkirin. Solmaz Hesenzade di yekemîn salvegera serhildanê de di meha Îlonê de ligel bavê xwe Ehmed Hesenzade hatibû binçavkirin û piştî demeke kurt hatibûn berdan.