Kongra Star ji bo endama KJAR’ê Werîşe Mûradî bang kir

  • 10:48 28 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star derbarê endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ya ku ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatiye revandin de daxuyaniyek nivîskî da û bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku tekîldarê mijarê bikevin nava liv û tevgerê.
 
Kongra Star ji bo endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku di 1’ê Tebaxê de ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatibû revandin, daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku serhildana gelên Îranê ya li dora felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hemû cîhanê deng veda û wiha hate gotin têkoşîna ku gelên azadîxwaz hêviyê dida, bûye hedefa hikûmetê.
 
Kongra Star di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:
 
“Rejîma Îslamî ya Îranê nikare li hemberî berxwedana jinan bisekine. Têkoşîna ku bi şîara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hemû cîhanê bandorek mezin dike û têkoşîna ku ji bo gelên azadîxwaz bû hêviyek, bû hedefa hikûmetê.
 
Aqûbeta Endama Komelgeha Jinên Azad a Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku di 1’ê Tebaxa 2023’yan de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat revandin, heta niha ne diyar e. Revandina endameke KJAR’ê ku xebatên siyasî û rêxistinî dimeşîne, malbat û saziya ku lê dixebitî, dixe nava fikaran. Ev rewş li gorî hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan li dijî mafên jinan e. Ji tenduristiya Werîşe Mûradî û rewşa neqanûnî ya ku pê re rû bi rû maye, saziyên têkildar berpirsyar in.
 
Weke Kongra Star em van kiryar û rêbazên dijmirovahî şermezar dikin. Em bang li aliyên berpirsiyar, Neteweyên Yekbûyî, sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku bi lez û bez bikevin nava liv û tevgerê û rewşa endama KJAR’ê zelal bikin, helwesta li hember van kiryaran diyar bikin û demildest peywir û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.”