Ne sonda Esra Y. sonda, bersûcan hat qebûlkirin

  • 09:03 28 Îlon 2023
  • Rojane
 
Rabia Onver 
 
COLEMÊRG - Li gundê girêdayî Şemzînanê 3 kesan tecawizî Esra Y. kir û ew ber bi xwekuştinê ve kaş kirin. Xizmên Esrayê diyar kirin ku meleyê gund û keya dixwaze sûcê 3 bersûcan bên nixwimandin û gotin zextên li ser malbata wan bi salan e didomin. 
 
Li gundê girêdayî Şemzînanê yê Colemêrgê 3 kesan tecawizî Esra Y. kir û ew ber bi xwekuştinê ve kaş kirin. Xizmên Esrayê diyar kirin ku meleyê gund û muxtar dixwaze sûcê 3 bersûcan bên nixwimandin û gotin zextên li ser malbata wan bi salan e didomin. Di 27'ê Gulana 2016'an de Veysi, Zahir û Nihat Yılmaz tecawizî zaroka 11 salî Esra Y. kirin. 3 bersûc hatin girtin û doz li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Ji bo 3 bersûcan ji ber sûcên "Îstismara zayendî ya bi zaneyî","Bêparhiştina kes a ji azadiya wê" 42 sal ceza hat birîn. Parêzerên bersûcan li Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê serlêdana îtirazê kir. Ceza li ser vê yekê ji "ûsûlê" hat xirakirin. Dîsa derbarê bersûcan de biryara darizandinê hat dayin. Lê piştî 8 mehan bi îddiaya "têrnekirina delîlan" bersûc hatin tehliyekirin. Piştî 1 roj tehliyekirina bersûcan Esra ber bi întixarê ve hat kaşkirin û xwe kuşt. Piştî Esra ber bi întixarê hat kaşkirin gundiyan qada jiyana malbata Esrayê teng kirin. 
 
Xizmên Esrayê tiştên hatine jiyîn rave kirin. 
 
Bersûcan diparêzin
 
Xizmên Esrayê bi lêv kirin ku parêzerê bersûcan Mehmet Ekici ji bo gilîyê xwe paşve bikşînin ji bavê Esrayê israr kiriye û gotin:"Mele û keyayê gund her carê civîn çêdikirin û ji bo bavê Esrayê gilîyê xwe paşde bikşîne israr dikirin, çavtirsandî dikirin û gef li malbatê dixwarin. Berî her rûniştinê civîn dihatin lidarxistin û bersûc dihatin parastin."
 
Mele û keya bersûc parastin
 
Xizmên Esrayê dan zanîn mele û keya digotin "zarok miriye ew biçûk e derewa dike" û malbat û zarok sûcdar kirine û wiha got:"Mele û keya li gund dadgeh ava dikirin û mele gotiye kî sond bixwe ew rast dibêje. Di vê dadgehê de bersûcan û Esrayê sond xwarine lê belê ji sonda bersûcan hatiye bawerkirin. Esra hat hedefgirin û keya û mele ol bi kar dianîn û bersûc diparastin."
 
Bersûc bi def û zirneyê hatin pêşwazîkirin
 
Xizmên Esrayê diyar kirin ku piştî çend dirûşman meleyê gund ji malbatê gotiye,"Giliyê xwe paşde bikşînin navê van ciwanan bi tecawizê dernexin. " Her wiha gotin:"Ji bo her bersûcî ji malbatê 100 hezar TL hat xwestin. Heta bersûc neyên girtin wê li ber çavên gundiyan wekî bêsûc bên xuyakirin. Dema bersûc ji girtîgehê derketin bi def û zirneyê hatin pêşwazîkirin. Esra di warê derûnî de di bin bandora vana de ma. "
 
Biryarê mele û keya didin
 
Xizmên Esrayê dan zanîn dema Esra jiyana xwe ji dest daye keyayê gund li bavê wê geriyaye û gotiye,"Were keça xwe bigire bi bêdengî wê veşêre jixwe komek hestî ye. Tu çi dike bike." Her wiha gotin:"Bi vî rengî êşa malbatê derxist du qatan. Mele û keya gotin cenaze neynin camiyê dema hûn li hev hatin wê demê hûn dikarin bînin. Keya, mele û welatiyên li gund li dijî malbata Esrayê derdiketin. Ew ne ji bo Esrayê ji bo bersûcan dixebitîn. Malbatê ji ber gefxwarinê û zexta bi salan giliyê xwe paşde kişand. Malbatê diyar kir ku dema bersûc herin wê li gund aştî pêk were. Lê belê mele got ger bersûc biçin wekî ku sûcê xwe qebûl bikin."
 
Berî her rûniştinê gefa mirinê
 
Xizmên Esrayê dan zanîn ev 7 sal in berî her rûniştinê gef li malbatê tê xwarin û gotin:"Ev hef sal in malbata Esrayê ji aliyê malbatên bersûcan, gundiyan tê sûcdarkirin. Bavê Esrayê nikare here camiyê. Nikare ajalên xwe biçêrîne dibe gundên cîran. Berî her rûniştinê gefa mirinê li malbatê tê xwarin."
 
7 sal in li berxwe didin
 
Xizmên Esrayê dan zanîn berê jî tiştên bi vî rengî li gund qewimîne lê belê keya û mele bûyer bi pereyan nixwimandine û wiha got:"Keya û mele piştî Esrayê ber bi întixarê ve hatiye kaşkirin malbata Esrayê sûcdar kirine û gotine ji ber we navê winda wiha derdikeve. Tevî zexta ev 7 sal in têkoşîn didome. Em ê şopdarê dozê bin."
 
Parêzerê bersûcan xwe ji dozê vekişandin
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê Oznur Bartin bi pêşniyaznameya pêşkêşî meclîsê kir şûnde Wezareta Xizmeta Civakî û Malbatî xwest bi malbata Esrayê re hevdîtinê pêk bîne. Parêzerê bersûcan û Serokê AKP'ê yê Bajêr Zeydin Kaya li ser hesabên xwe yên medayaya dîjîtal ragihandin ku ew ji dozê vekşiyane.