ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2023'YAN

  • 09:00 28 Îlon 2023
  • Rojev
 
*Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Ayşe Mînaz diyar kir ku şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de ne bi bêusûlî û bi nelirêtiyê tim tên rojevê û qeyûm kargehan ji bo demeke dirêj didin alîgirên xwe. Ayşeyê da zanîn li hember vêya wan tu carî qad neterikandine û got rolên me yên civakî hene û em van rolên xwe bêyî avahiya şaredariyan jî dikarin bilîzin. DÎMEN HEYE
 
* Parlamentera Partiya Çep a Kesk Zeynep Oduncu bal kişand ser girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got, “Em ji vir careke din bang dikin ku divê di zûtirîn demê de muzakere bên destpêkirin. “Deriyê hêviyê yê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li Îmraliyê ye." DÎMEN HEYE
 
*Li gundê girêdayî Şemzînanê 3 kesan tecawizî Esra Y. kir û ew ber bi xwekuştinê ve kaş kirin. Xizmên Esrayê diyar kirin ku meleyê gund û keya dixwaze sûcê 3 bersûcan bên nixwimandin û gotin zextên li ser malbata wan bi salan e didomin. 
 
*Jina bi navê Pinar Taş a ku li Kibrisê dimîne, bi salan bi tundiya mêrê bi navê Ergun Sunmeş ku endamê CTP’ê ye  rû bi rû maye. Pinarê, diyar kir ku kiryar ji aliyê CTP’ê û darazê ve tê parastin. Pinarê, banga piştevaniyê li hemû saziyên jinan kir. 
 
*Hevseroka KCKD-E Zubeyde Zumrut, diyar kir ku dê di 74 saliya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, li 74 welatan li ser piyan bin û got: "Di 10'ê Cotmehê de li ber Konseya Ewropayê bi tevlîbûna 500 kesî dê çalakiyeke 4 rojan bidome li dar bixin." BI DÎMEN