Kongra Star ji bo Werîşe Mûradî bang kir

  • 20:38 27 Îlon 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star der barê endama KJAR'ê Werîşe Mûradî a ku ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatiye revandin daxuyaniyek nivîskî da, di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku tekîldarê mijarê de bikevin nava liv û tevgerê.
 
Kongreya Sitar derbarê Werîşe Mûradî ku di 15’ê Tebaxê de ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatibû revandin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku serhildana gelên Îranê ya li dora felsefeya "Jin jiyan azadî" li hemû cîhanê deng veda û hat gotin, têkoşîna ku gelên azadîxwaz dida, bûye hedefa hikûmetê.
 
Kongra Star di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Rejîma Îslamî ya Îranê nikare li hemberî berxwedana jinan bisekine. Têkoşîna ku bi şîara JIN, JIYAN, AZADÎ li hemû cîhanê bandorek mezin dike û têkoşîna ku ji bo gelên azadîxwaz bû hêviyek, bû hedefa hikûmetê.
 
Aqûbeta Endama Komelgeha Jinên Azad a Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku di 1’ê Tebaxa 2023’an de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat revandin, heta niha ne diyar e. Revandina endamekî KJAR'ê yê ku xebatên siyasî û rêxistinî dimeşîne, malbat û saziya ku lê dixebitî, dixe nava fikaran. Ev rewş li gorî hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan li dijî mafên jinan e. Ji tenduristiya Werîşe Mûradî û rewşa neqanûnî ya ku pê re rû bi rû maye, saziyên têkildar berpirsyar in.
 
Weke Kongra Star em van kiryar û rêbazên dijmirovahî şermezar dikin. “Em bang li aliyên berpirsyar, Neteweyên Yekbûyî, sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku bi lez û bez bikevin nava liv û tevgerê û rewşa endama KJAR’ê zelal bikin, helwesta li hember van kiryaran diyar bikin û demildest peywir û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin."