Wê civîna Meşa Jinan a Cîhanê di 6'ê Cotmehê de bê lidarxistin

  • 12:04 27 Îlon 2023
  • Rojane
 
ENQERE -  13'emîn Cîvîna Navneteweyî ya Meşa Jinan a Cîhanê, hinek panel û çalakî wê di 6-12'ê Cotmehê de li Enqereyê bê lidarxistin. 
 
13'emîn Cîvîna Navneteweyî ya Meşa Jinan a Cîhanê, hinek panel û çalakî wê di 6-12'ê Cotmehê de li Enqereyê bê lidarxistin. Tê payin ji 62 welatan ji 150 kesî zêdetir kes tevlî vê çalakiyê bibin. Wê bername di 6-7-8'ê Cotmehê de bi çalakiyên ji gel vekirî dest pê bike. Ew ê heta 9-12'ê Cotmehê çalakî bidome.  
 
Wê bernameya ewil di 6'ê Cotmehê de bi panelê dest pê bike. Wê di 7'ê Cotmehê de jî li Navenda Çanda Kocatepeyê wê bi mijarên cuda jin biaxivin. 
 
Wê meş li Meydana Tandoganê pêk were
 
Wê di 8'ê Cotmehê de jî saet di 15.30'an de li Meydana Tandoganê bi dirûşma "Ji bo jiyanê em li berxwe didin, ji bo em biguherin em dimeşin" pêk were.