Rûniştina endama meclîsê Ceylan Aslan hat taloqkirin

  • 11:39 27 Îlon 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Rûniştina endama meclîsa şaredariyê ya Erxeniyê Ceylan Aslan bi hinceta guhertina şandeyê hat taloqkirin. 
 
Endama meclîsa şaredariyê ya Erxeniyê Ceylan Aslan, ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî ve ji peywira xwe hatibû girtin. Bi hinceta çalakiyên ku tevlî bûyê li Ceylanê doz hat vekirin. Rûniştina dozê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ceylanê tevlî rûniştinê nebû. Parêzerê wê Burhan Arta li rûniştinê amade bû. 
 
Bi hinceta sûcê "meşên xwepêşandinê, civîn û mûxalefeta li qanûnê" ceza ji bo Ceylanê hat xwestin. 
 
Rûniştina endama meclîsa şaredariyê ya Erxeniyê Ceylan Aslan bi hinceta guhertina şandeyê taloqî 5'ê Sibata 2024'an hat kirin.