Ji ser qetilkirina Ceylan Onkol 14 sal derbas bûn

  • 10:02 27 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED - Ji ser qetilkirina Ceylan Onkol a ku li Licê dema pez diçêrand bi topa havanê hat qetilkirin 14 sal derbas bûn. Li dû Ceylanê tenê ronahiya çavên wê û wêneyê wê yê 7 salî ma. 
 
Ji ber polîtîkayên şerê taybet ên îktidarê li Kurdistanê zarok bi destên dewletê tên qetilkirin û îşkence li wan tê kirin. Tevî kujerên zarokan tên zanîn jî ji aliyê dewletê ve nayên cezakirin. Yek ji zaroka ji aliyê kesên bi uniforma hatiye qetilkirin Ceylan Onkol e. 
 
Ceylan Onkol hîn 12 salî bû di 28'ê îlona 2009'an de li Gundikê Xanbazê yê li Kanîsîpîya Lica Amedê dema pez diçêrand bi topa havanê ya ji qereqolê hate avêtin hat qetilkirin. Dayika Ceylanê Saliha Onkol perçeyên bedena keça xwe bi destên xwe kom kir û xist dawa xwe. Ev dîmen 14 sal in di hafizaya gel de cihê xwe zindî dihêle. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê di 2009'an de daxuyanî da û diyar kir ku ling û çîpê Ceylanê saxlem in li erdê kort tune ye û ev teqîn îhtimala mayinê ji holê radike. ÎHD'ê da zanîn di kuştina Ceylanê de hedef heye. 
 
Her çiqas lêpirsînê dest pê kiribe jî, ji ber biryara nepeniyê agahî ji bo parêzerên malbatê nehat dayin. Parêzerên malbatê li dijî biryara nepeniyê îtiraz kirin lê belê îtirazên wan hatin redkirin. Parêzeran di 2010'an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM) dan. Di Gulana 2012'an de ji ber lêpirsîneke bi bandor nehat meşandin, daxwaz hatin redkirin, tevî dem ji navberê derbas bû jî doz nehat vekirin, ji bo kujer bên dîtin parêzeran cara duyemîn serî li AÎHM'ê dan. 
 
Di 30'yê Nîsana 2014'an de Serdozgeriya Komarê ya Licê ya ku derbarê qetilkirina Ceylan Onkol de lêpirsîn dida meşandin bi hinceta delîl û bersûcên raporan têr nakên ji bo dosyaya biryara daîmî da. 
 
Di 2012'an de dîsa serî li AÎHM'ê hatibû dayin û 5 sal şûnde di 17'ê Çileya 2017'an de serlêdan bi encam bû û biryara "di warê lêpirsîna bi bandor û binpêkirina mafan de binpêkirin tune ye" da. 
 
Berscû 'bi qisûr' hatin dîtin
 
Di biryara şûraya dewletê de hat bibîrxistin li cihê Ceylanê lê hatiye qetilkirin bi muhîtamatên leşkerî 4 caran pevçûnê rû daye. Berscû 'bi qisûr' hatin dîtin. Şûraya Dewletê li vir biryar xera kir û ji bo biryareke nû bê dayin da zanîn divê dosya biçe dadgeha pîleya yekem. 
 
Di 8'ê Adara 2021'ê de biryar hat dayin ji bo malatê 283 hezar TL tazmînata aborî û manewî bê dayin. 
 
Pêşbirka wêneyan a Ceylan Onkol
 
Di 2010'an de ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Çewlikê ji bo bîranîna Ceylan Onkol pêşbirka wêne, helbest û çîrokan hatin lidarxistin. Her sal ev pêşbirk tê lidarxistin. 
 
Ji aliyê qeyûm ve navê Parka Ceylan Onkol hat guhertin 
 
Di 2017'an de Koma Meclîsa Şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo parka wê Taxa Bagcilar bê vekirin xwest navê wê bibe "Parka Ceylan Onkol". Ji bo vê jî pêşniyaznameya nivîskî hat pêşkêşkirin. Ev yek hat qebûlkirin. 
 
Di 10'emîn salvegera qetilkirina Ceylanê de rojnameger û wênesaz Zehra Dogan di 2019'an de li kuçeyên Londonê wêneyê Ceylanê xêz kir.