Piştevaniya Mor: Ewlehiya stargehên li Mersînê tûne ne

  • 19:48 26 Îlon 2023
  • Rojane
MERSÎN - Endama Piştevaniya Mor Ayşegul Goçmen da zanîn ku stargehên li Mersînê kêmin û ewlehiya wan tûnene û bang li şaredariyên ku berpirsyariya wan hene kir.
 
Piştevaniya Mor a Mersînê li ber Pozcu Koton daxuyaniyek da û parlametnera Partiya Çep a Kesk a Mersînê Perîhan Koca jî piştgirî da daxuyaniyê. 
 
Endama Piştevaniya Mor Ayşegul Goçmen daxuyanî xwend û da zanîn ku li dijî polîtîkayên dijminê jinê yên AKP-MHP-Huda Par û Yenîden Refahê ‘hun ne tenê ne Piştevaniya Mor heye’.  Ayşegulê daxuyakirin ku piştî Peymana Stenolê qanûna hejmar 6284 niha kirine hedefe û wiha got: “Em li her kolana mersînê xebatên rêxistinê dikin. Em ê bi têkoşîna xwe biserkevin. Em ê daxwazên jinan yên lezgîn bikin rojevê. Li Mersînê stargeh kêmin û ewlehiya stargehan tûneye. Ji bo şaredariyên berpirsyariya wan hene stargehan vebikin û yên heyî baş bikin em ê têbikoşin.”