Danişîna doza rojnamevan Reyhan Çapan hat betalkirin

  • 15:06 26 Îlon 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Danişîna doza rojnamevan Reyhan Çapan, ji ber demboriyê doz hat betal kirin. 
 
Danişîna doza derbarê Midûra Karên Nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” , “Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye” , “Daxuyaniyên rêxistinê çap kirine û belavkirine” hatiye vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin.
 
Şandeya dadgehê daxwaza betalkirina dozê ya parêzeran a di danişîna beriya niha de nirxand. Dadgeha ku daxwaz qebûl kir, biryar da ku ji ber demboriyê doz bê betalkirin.