ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2023'YAN

  • 09:00 26 Îlon 2023
  • Rojev
 
*Parêzer Ozum Vurgun, ji bo runiştina biryarê ya doza  Hasret Tutal a li Rihayê ku tê îdiakirin ji aliyê hevalê xwe yê mêr ve hatiye qetilkirin, banga tevlibûnê kir. DÎMEN HEYE
 
*Endama Lijneya Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Berfin Polat der barê mirinên biguman û tundiya li ser jinan a Kurdistanê zêde bûye axivî û got di 2023’an de 170 mirinên biguman ên jinan hatine jiyîn. DÎMEN HEYE
 
*Ji Komîsyona Ekolojiyê ya ÎHD’ê Tugba Kahraman, der barê texrîbata ekolojîk li Kurdistan û herêma erdhêjê de axivî û got: " Hilweşîna li wir weke alava şer tê bikaranîn. Welatiyan ji cihê wan dikin û bê war dihêlin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Edîbe Babur destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin giran dibin û her roj malbat û girtî der barê binpêkirinan de serlêdanan dikin. Edîbeyê bi lêv kir ku binpêkirina mafan ya li girtîgehan girêdayê tecrîda li Îmraliyê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. DÎMEN HEYE
 
*Jinên koçber ên Efrînê yên ku ev 6 sal in di bin şert û mercên herî giran de li ber xwe didin tevî ambargo û êrîşên berdewam dikin dîsa bi hêviya vegera Efrînê ne. Jinên bertek nîşanî ambargoyê dan gotin:"Heta vegera Efrînê wê berxwedana me dewam bike."DÎMEN HEYE