Li Îranê di 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin

  • 13:03 25 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bûne navenda berxwedana "Jin jiyan azadî", di 6 mehên ewil ên salê de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin.
 
Piştî îşkencekirin û kuştina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên Îranê ve beriya salekê, tundiya mêr-dewletê li Îran û Rojhilat jî zêde bûye û li dijî vê tundiyê berxwedana “Jin jiyan azadî” bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku çû zêde bûye û li cîhanê bela bû. Li gorî Belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw, di 6 mehên destpêkê yên sala 2023’an de herî kêm li Kurdistan û îranê 41 jin û 11 zarok hatine qetilkirin.
 
 Li gorî rapora ku Navenda Belge û Îstatîstîkan a Mafên Mirovan a Hengawê amadekirî; di nava 6 mehên ewi ên sala 2023'yan de li rojhilatê Kurdistanê û Îranê 41 jin û 11 zarok hatine qetilkirin. Li gorî raporê du bajarên ku herî zêde jin lê hatine qetilkirin Tehran û Ûrmiye ne. 
 
Di raporê de hate destnîşan kirin ku ji 52 cînayetan 20 jê di bin navê namûsê de hatine kirin, ji 52 kesan 11 zarokên dibin 18 salî de û 10 salî ne bi heman hincetê hatine kuştin. Di rapora ku hate diyarkirin ku faîlê 28 jinan hevjînên wan e de hate destnîşan kirin ku 4 jin ji aliyê dergistiyê wan, 3 ji aliyê mêrên hev berdane ve, 8 jin ji aliyê bavên wan ve û 6 jî ji aliyê birayên wan ve hatine qetilkirin. 
 
Parêzerê mafê mirovan ê Hengawê û rayedarê bilind ê hiqûqê Faraz Firouzi Mandomi têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Komara Îslamê ya Îranê bi mudaxileya jiyan û xwepêçana jinan, mafê jinan ê esasî bin pê kir. Her wiha gelek caran bi navê ‘namûs’ û ‘şerefê’ peywira xwe ya parastina jin û zarokan piştguh kiriye, ji ber vê yekê jî jinan teslîmî otorîteya bav û hevjînên wan kiriye.