Hejmara nû ya Xwebûnê derket

  • 09:07 25 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 197’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “PDK çavdêrî Tirkiye êriş dike” derket. 
 
Hejmara 197’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “PDK çavdêrî Tirkiye êriş dike” derket. Rojnameyê di manşeta xwe de cih daye êrişên ku li Hewlerê li KNK’ê û li Silêmaniyê li Balefirgeha Erbetê hatiye kirin. 
 
Der barê mijarê de Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad û rojnameger Mervan Ozdemîr ji rojnamê re axivîne. Di rûpelê jinê de li ser şerê taybet ê li dijî jinê hatiye rawestandin û der barê mijarê de nûçeanalîzek hatiye amadekirin. 
 
Di rûpelê 3’yan de jî li ser boykota mamosteyên başûrê Kurdisanê hatiye sekinandin û nûnerek mamosteyan re der barê boykotê de nûçeyek hatiye amadekirin.
 
Di rûpelê 6’an de Parêzer Mahmût Şakar, der barê tecrîda ku li Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin de axiviye. Di rûpelê kirmanckî yê rojnameyê de jî li ser operasyona  Azerbeycanê ya li dijî Qerbaxê nûçeanalîzek hatiye nivîsandin. 
 
Di rûpelê çandê yê rojnameyê de jî bi jinên mêrdînî re li ser keda wan a ji bo nîskan nûçeyek hatiye amadekirin.  
 
Her wiha gelek nivîskarên rojnameyê jî li ser êrîşa li dijî KNK’ê û balefirgeha Erbetê; rola PDK’ê ya di van êrîşan de rawestiyane.