Nexşerêya Partiya Çep a Kesk azadiya Abdullah Ocalan e

  • 09:05 25 Îlon 2023
  • Ramyarî
 
Marta Somek
 
STENBOL - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Şirnexê û her wiha parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal diyar kir ku di civînên gel de daxwaza esas şikandina tecrîdê bûye û got partiya wan wê di pêvajoya nû de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku 30 mehin agahî jê nayê girtin, xeta têkoşînê bihûne.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û 30 meh e tû agahî jê nayê girtin. Ne parêzer û ne malbat nikarin bi Abdullah ocalan û girtiyên din yên ligel wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re hevdîtinê bikin. Serlêdan jî ji aliyê Dadgeriya Cezayê ya Înfazê ve bi hinceta ‘cezayên dîsîplînê’ hene tên astengkirin. Parêzerê ku bê navber serlêdaan dikin 4 sal in nikarin bi muvekîlê xwe re hevdîtinê bikin. ji bo pêkhatina hevdîtinê bi dhean carî ji aliyê mîlyonan kesî ve banga bidawîkirina tecrîdê hat kirin û ji bo vê bang û hewldan didomin. Partiya Çep a Kesk jî diyar kir ku di pêvajoya pêş de wê rojeva wan ya sereke bidawîkirina tecrîdê be û wê li dijî tecrîdê xeta têkoşînê bihûnin.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Şirnexê û her wiha parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal der barê mijarê de ji JINNES’ê re axivî.
 
*Hun wek Partiya Çep a Kesk piştî hilbijartinan ketin pêvajoyek nû. Di civînên bi gel re hatin kirin de rojeva derket holê yek jê tecrîda Îmraliyê bû. 30 meh e agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Di van civînan de bertek çi bûn rexne çi bûn?
 
Birêz Ocalan ji roja anîne Tirkiyeyê li Îmraliyê di bin tecrîd û îşkencê deye. Ev pergal her ku çû girantir bû.Tecrîdê bandor li ser hemû aliyan jî kiriye. Ev tespît ji aliyê siyasetmedar, jin û hêzên demorkasiyê ve jî tê kirin. Ev 30 meh e tû agahî ji Birêz ocalan nayê girtin.
 
Her çiqas tecrîd bê zanîn, li dijî tecrîdê gel bertekên xwe nîşan bidin jî her tim bi aliyekî ev tê gotin. Serokê gelekî, kesekî ku bi mîlyonan kes wî dişopînin li girtîgeha Tirkiyeyê tê girtin.  Pirsa ‘parêzrên wî heye, wekê ku gel û cîhan dişopîne’ carna bertekan kêm be jî dadixîne jêr. Di van civînan de wek keseke ku pêvajoyê ji nêz ve dişopînim îfade dikim. Ez dibêjim ku ev 5 sal zêde ye, ji sê mehan carê bi hinceta cezayên dîsîplînê hevdîtina malbatan tê qedexekirin. Ji 6 mehan carê jî ya parêzeran tê qedexekirin. Ev rewş nêzî 6 salane didome. Name nayên giritn.  di 24 salan de du caran telefon hat bikaranîn. Herî dawî hevdîtin di adara 2021’ê de bû.  Wekê din tu hevdîtin nehatiye kirin.
 
‘Gel li dijî tecrîdê bi bertek e’
 
 
Heta ku gotinek ji dev, pênûsa wî derneyê hemû nûçe û daxuyanî spekulasyon in. Ez jî bi taybet vê dibêjim. Di civînên gel de yek ji mijara derket holê ev bû. Gel li dijî tecrîdê bi bertek e. Ji ber şert û mercên Ocalan gel nerehet e. Di alî wijdanî û mirovî de jî nerehetin. Birêz Ocalan bi salane li wir tê girtin. Bêguman wê bertekek jî ji bo wê bên. 
 
Divê daxwaza gel veguherinin manevrayê!
 
Tecrîdek wisa hêsan ne mijara gotinê ye. Ev 24 sale di bin tecrîdê de ye û 30 meh e jî tû agahî jê nayê girtin. Divê ev cidiyet li ber çavan bê girtin û gav bê avêtin. Divê bi Pêşengiya gelê Kurd hemû şoreşgerên sosyalîst çep  vê siyasetê bihûnin. Divê daxwaza gel ya ji bo pêkhatina hevdîtin û girtina aghiyan veguhere nexşerêyek siyasî yanî manevrayekê. Ne di pêvajoya hilbijartinê de  ne jî piştî hilbijartinê bersivên têr ji bo pirsên der barê Birêz Ocalan de nehatin dayîn. Piştî hilbijartinan di civînên hatin kirin de gel di alî xwederîketina fikriyatê de qelsî dît. Ev ji me re îfade kirin. Gotin xwedîderketina di alî Birêz Ocalan de qels e. Piştî hilbijartinan yek ji nîqaşên mezin û rexneya mezin ev bû. Niha di pêvajoya nû de ev tê nirxandin û di civînan de mijara şikandina tecrîdê derket holê û der barê vê de xebat tên meşandin. Mijar ne tenê şikandina tecrîdê ye, di nokteyeke ku azadiya Birêz ocalan bê xwestin de li Tirkiyeyê deng bê derxistin. Xwedîderketineke xurt a li birêz Ocalan tê payîn.
 
*Hun di nokteya meşandina têkşîneke hevpar de bangeke çawa dikin?
 
Tecrîdê bandor li hemû girtîgehan kiriye û hewldanên ku girtîgehên din jî bişibînin Îmraliyê heye. Di esasê de ev bi giştî di rojeva partiya me de ye. Girtîgeh wek sernavekî taybet li ber me ne. Ji ber ku heta îro li hember tecrîda li ser Birêz Ocalan bêdengî hebû îro ev tablo derket holê.  Divê her kes aliyên tecrîda Îmraliyê bibîne. Divê her kes ji bo şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan bibe xwedî gotin û dema gotina xwe dibêje jî bike civakî.  Ji bo geveke rast şerte ku bersiveke topyekun bê dayîn. Bi vî awayî bersiv bê dayîn wê tecrîd bikaribe bê şikandin. Ji bo azadiya Birêz Ocalan ev dikare bibe gavek.
 
*Tecrîd yek ji rojeva sereke ya civîn û konferansên partiya webû. Di pêvajoya pêş de hûnê di vê mijarê de xeteke xebatê ya çawa bişopînin?
 
Partiya me çawa ku di demên berê de meş , panel, serlêdan kir, îro jî dike û dimeşîne. Lê me dît ku ev bi tena serê xwe jî têr nake. Ev rastiyek e. Daxwaza rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, bi qasî daxwaza partiya me, daxwaza jinan û daxwaza civakê û saziyên civaka sivîl in. Ji ber vê jî şikandina tecrîdê bi têkoşînek yekbûyî pêkane. Pêşengiya vê ji partiya me re dikeve û em vê berpirsyariyê dizanin. Heta niha berpirsyarî gelek hêja hat dîtin.  Pêvajoya pêş de jî em ê xebatên xwe li qadan bi hev re bimeşînin û nexşerêyekê, xeta têkoşînê bihûnin.