Kampanyaya 6 mehan a TJA’yê: Ev kampanya dengê jinê ye

  • 09:04 25 Îlon 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
WAN - Aktîvîsta TJA’yê Aynûr Tarhan a ku kampanyaya xwe ya 6 mehan nirxand, destnîşan kir ku armanca wan a yekem zanista jinê û şikandina tecrîdê ye. Aynûr, bi lêv kir ku ew ê di çarçoveya vê kampanyayê de xwe bigihînin hemû qadên jiyanê û got: “Ev kampanya dengê jinê ye.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ku her pêvajoyên cuda de li gor rihê demê kampanyayek dide destpêkirin, encamên gelek xûrt bi dest dixin û xebatên xwe berfireh dikin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilat bi dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî' serhildanek dest pê kir, îro li tevahiya cihanê belav bûye. Bi vê mebestê TJA li dijî qirkirina jin û xwezayê, polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistan û tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kampanyaya bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadiyê re, ber bi azadiyê ve” da destpêkirin.
 
Starta kampanyayê ku 15’ê Îlonê de li Rihayê hat dayîn, di 16’ê Îlonê de jî li Wanê bi tevlîbûna gelek kesan start hat dayîn. TJA’yê di deklerasyona xwe de aşkere kir ku li dijî hemû êrişên li dijî hebûna jinê banga mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya civakî ya di pêşengiya jinan de kir. Aktîvîsta TJA’yê Aynûr Tarhan, derbarê kampanyayê de axivî.
 
‘Ev dirûşma serkeftin û têkoşîna me ye’
 
Aynûr, anî ziman ku TJA her dem di pêvajoyên cuda de kampanyayên cuda dide dest pê kirin û got ew niha jî bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” kampanyayek ji bo 6 mehan dane destpêkirin. Aynûr, destnîşan kir ku ev kampanyayên TJA’yê di raya giştî û civakê de deng vedane û watedar bûne.
 
Aynûr, da zanîn ku kampanyayên ku dabûn destpêkirin de encamên gelek erênî bi dest xistine û wiha got: “Em niha jî di nava pêvajoyek girîng û watedar de ne. Wekî hûn zanin di 15’ê Îlonê de li Rihayê starta kampanyaya me hat dayîn û di 16’ê îlonê de jî wek jin bi daxuyaniyê li Wanê starta xwe da. Armanca vê kampanyayê ji bo Jîna Emînî ye ku sala borî ji aliyê polîsên exlaqê ve li Îranê ji ber porê wê xûya dikir hat qetilkirin. Dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' îro li tevahiya cîhanê belav bûye û li hemû derê tê nasîn. Di heman demê de me ji bo vê dirûşmeyê têkoşînek gelek mezin da û didin. Ev dirûşme serkeftin û têkoşîna me ye. Ev dirûşmeya modeleke têkoşîna azadiya jinê ye. Destpêkê de jinên kurd bi vê dirûşmeyê têkoşînekê dane destpêkirin û dimeşînin. Di şexsê jina kurd de ger ku ev têkoşîn li cîhanê nehata belavkirin dê têkoşîneke azadiya jinê ya zanist jî dernekeve holê.”
 
‘Em ê rêxistinbûyîna xwe mezin bikin’
 
Aynûr, da zanîn ku kampanyaya ku wan ji bo 6 mehan da destpêkirin dê li gund, tax, kolan, navçe û bajaran xebat bên kirin û wiha domand: “Em ê bi vê kampanyayê xebatek mezin li dar bixin û bi vê rengê dengê xwe ragihînin hemû cîhanê. Bi vê kampanyayê em ê xwe bigihînin hemû jinan û rêxistinbûya xwe mezin bikin. Em ê bi hev re xwe rêxistin bikin û bi hev re bi hêz bibin. Em ê bi hev re bi ser kevin. Ji ber vê yekê bi destpêkirina kampanyayê em dest bi xebatên xwe dikin.”
 
Kampanyaya li dijî tecrît û êrişên li ser jinê
 
Aynûr, bi lêv kir ku ew ê di çarçoveya tecrît, binpêkirina mafên girtîgehan, qetilkirina jinê û polîtîkayên şerê taybet de xebatên xwe bidin destpêkirin û li ser van mijaran xwe bigihînin hemû jinan. Aynûr, destnîşan kir ku pêşiya wan 9’ê Cotmehê komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye û wiha axivî: “Dema em lê dinêrin tecrîdek giran li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Di şexsê Birêz Ocalan de ev tecrît li ser hemû Gelê Kurd tê meşandin. Jin îro di nava jiyanê de li dijî vê tecrîdê li ber xwe didin. Di hemû qadên jiyanê de ji bo şikandina tecrîdê têkoşînek bê hempa tê dayîn. Em jin dibêjin ku em ê vê tecrîdê bişkînin. Wekî din 25’ê Mijdarê li pêşiya me heye. Bi minasebeta vê rojê li dijî tundiya li ser jinê em ê xebatên xwe bidin meşandin. Dema em lê dinêrin jin di aliyê aborî, civakî, fîzîkî de bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Ji armancên me yên yekem jî pêşî girtina tundî û komkujiya li ser jinê ye. Ev kampanyaya me dê heta 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê berdewam bike. Di vê pêvajoyê de çalakiyên cûr bi cûr em ê li dar bixin. Bi vê awayî em ê xwe bigihînin hemû jinan.”
 
‘Bi girankirina tecrîdê ve polîtîkayên şerê taybet destpêkirin’
 
Aynûr, bal kişand li ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û da zanîn ku 24 sal in tecrîdek giran li ser wî tê meşandin û tu agahî jê nayê girtin. Aynûr, da xuyakirin ku bi girankirina tecrîdê ve li Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinê destpêkirin û hîn berdewam dike û wiha dom kir: “Di civakê de bûyerên wek tacîz, tecawiz, tundî gelek zêde bûne û ev yek bi destên alîgirên dewletê ve tên kirin. Herî dawî li Şemzînan, Mêrdîn, Mûradiye û Mîksê ev bûyer hatin jiyîn. Li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê ev bûyer tên jiyîn û em dibînin. Ji bo pêşiya vê yekê bê girtin têkoşînek tê dayîn. Ji bo kiryarên jinan bên cezakirin têkoşînek mezin tê dayîn. Di heman demê de em lê dinêrin dewlet kiryarên xwe diparêze. Ji bo ku kiryar cezayê pêwîst bigirin divê em jin hêza xwe bikin yek û çi ji destê me bê em bikin. Ji ber vê yekê bi girankirina tecrîdê ve dixwazin civakê ji hevdû qût bikin. Lê belê em ê bi têkoşîna xwe li hemberê vê tecrîdê bisekinin û bişkînin. Armanca me ye sereke şikandina tecrîê ye. Em ê bi têkoşîna xwe zilma ku li ser girtîgehan tê meşandin dawî bikin.”
 
‘Têkoşîna jina kurd felsefe û sembol e’
 
Aynûr, da zanîn ku têkoşîna jina kurd ji Sakîne Cansiz, Bêrîtan û Sêvê hatiye heta vê rojê û got ev têkoşîn têkoşîna bi salan e. Aynûr, wiha pê de çû: “Dema em lê dinêrin gelek jinên kurd ku bûne pêşengên têkoşîna kurd navê xwe di dîrokê de û têkoşînê de nivîsandine. Ji ber vê yekê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ îro bi saya van jinan li çar parçeyên Kurdistan, Tirkiye û cihanê belav bûye. Ji ber vê yekê jî îro jî li Îranê ev dirûşme piştî qetilkirina Jîna Emînî hat belavkirin. Îro ger ku ev têkoşîn li tevahiya cîhanê belav bûye bi sala jinên kurd bûye. Piştî Jîna Emînî ev dirûşme ku li hemû cihanê belav bû, bû mînakek. Têkoşîna jina kurd felsefe û sembole. Bi vê rol û mîsyonê re em ji hemû cihanê re bûne mînak. Têkoşîna jina kurd ne têkoşînek gelek hêsane. Bedelên gelek mezin hatiye dayîn heta vê rojê. Em bi awayek hêsan nehatin van rojan. Ji ber vê yekê jinên berxweder îro di her aliyê de xwedî li jiyana xwe û têkoşîna xwe derdikevin.”
 
‘Ev kampanya ji bo zanista jinê hat destpêkirin’
 
Aynûr, diyar kir ku ger jin zana be dê civak jî zana be û ji ber vê yekê armanca wan ew e ku xwe bigihînin hemû jinan û wan zanist bikin. Aynûr, dawiya axaftina xwe de got jin pêşengiya civakê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê yekê jî dê jin pêşengiya vê civakê bikin. Ji ber ku têkoşîna jina kurd li tevahiya cîhanê re bûye mînak û deng vedaye. Dema ku jin têbikoşin dikarin bigihîjin serkeftinê. Dema ku me têkoşîna xwe mezin kir dê nikaribin kiryarên tacîzê û tecawizkaran nekaribin biparêzin. Bi taybetî dema ku me têkoşîna xwe hêztir kir em ê karibin tecrîdê ji holê rabikin. Dema ku em li berxwe bidin dê civak jî zanist be. Ji ber vê yekê jî em ji jinan re dibêjin dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' felsefeyek me ye. Em ê bi dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' ve pêşengiya vê civakê bikin. Em ê li her derê deng û rengê xwe ragihînin cîhanê. Bi vê yekê re banga me ji hemû jinan ew e ku xwedî vê kampanyayê derbikevin. Di her qadên jiyanê de divê jin xwe tevlî vê kampanyayê bikin. Ev kampanya dengê jinê ye. Ev kampanya ji bo zanista jinê hat destpêkirin. Bila hemû kes xwe di nava vê kampanyayê de bimîne.”