Di 9 mehan de 9 jinan bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 09:03 25 Îlon 2023
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Li Colemêrg û navçeyên wê di 9 mehên dawî de 9 jinan bi guman jiyana  xwe ji dest dan. Der barê mirina jinan de gelek caran lêpirsîn jî nehat destpêkirin û dosyayên hatin vekirin jî hatin girtin.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê qetilkirina jinan gihiştiye asta qirkirinê û daraz jî bi biryarên dide piştgiriyê dide gumanbaran. Polîtîkayê şerê taybet yên li dijî jinan didome û  hema hema her roj  tûndiya fîzîkî, zayendî, psikolojik  û aborî li jinan tê kirin. Li aliyê din li daneyên di çapemeniyê dertên tenê biçek biçûk nîşan dide û mirinên biguman yên jinan jî wek întîxar tên nîşandan û serê wan tê girtin.Her wiha ji ber polîtîkayên bêcezahiştin û her wiha daxistina ji rewşa baş, tûndiya li ser jinan tê rewakirin.
 
Li gorî daneyên meha îlona 2022’an a Convention on the Organisation for Economic Co-operation and Development (OECD) ku  bi 37 welatên navneteweyî re dixebite;  welatê herî zêde tûndî li jinan tê kirin Tirkiyeye. Tirkiye wek welatê OECD di mijara tunidya li ser jinan de ji sedî 38 bû yekemîn welatê tûndî li jinan tê kirinê. Piştî Tirkiyeyê Kolombiya ji sedî 37.4, Kosta Rîka ji sedî 36, dişopîne. Li Tirkiyeyê di sala dawî de li Colemêrg û navçeyên wê kuştinên jinan û mirinên biguman yên jinan zêde dibin. 
 
Ajansa me daneyên 9 mehên dawî yên salê kom kir. Li gorî daneyan di 9 mehan de 9 jinî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Li Colemêrgê mirinên biguman yên jinan wihane: 
 
*Di  20’ê Çile de li Çelê ya Colemêrgê li gundê Gêman  jina bi navê Z.T ya 32 salî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
*Di  24’ê Çile de li Colemêrgê jina bi navê Muhbet Gurbet Ceren li mala xwe biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
*Di  5’ê Adarê de li bajaroka Kirikag a Colemêrgê Zîlan Turan ya 20 salî biguman jiyana xwe ji dest da.
 
 * Di 18’ê Adarê de li taxa Daggol a Colemêrgê xwendekara zanîngeha V.Y ya 21 salî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
 *Di  18’ê Gulanê de li taxa Sumbul a Colemêrgê jina bi navê Mîran Alturk ya li tenê dijiya li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
 * Di 28’ê Gulanê de li taxa Blak a Colemêrgê jina bi navê Tulay Yaşar bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
 *Di  16’ê Hezîranê de li taxa Bulak a Colemêrgê Asmîn K.Y ya 23 sal3i bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
 *Di  5’ê îlonê de li Şemzînan a Colemêrgê li taxa Karşiyaka jina bi navê Kejê S ya 23 salî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
 *Di  11’ê îlonê de li Şemzînan a Colemêrgê jina bi navê Şîlan Atîs biguman jiyana xwe ji dest da.