Jinên mexdûrên erdhejê: Em hatin jibîrkirin

  • 09:02 25 Îlon 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
HATAY - Di ser erdhêja 6’ê Sibatê re 7 meh derbas bûn û hîna jî li Hatayê şert û merc rast nebûne. Jinan diyar kirin ku hîna xaniyê wan tûne ne, cihê lê bimînin tûne ye û hatine jibîrkirin.
 
Di ser erdhêja 6’ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû re 7 meh derbas bûn. Tevî evqas dem derbas bûye jî hîna pirsgirêkên herêmê nehatine çareserkirin. Hewcedariyên esas didomin û welatî zivistanê di konan de pêşwazî dikin.
 
Jinên Hatayê di serî de pirsgirêkên paqijiyê, di gelek mijaran de bi fikarin. Jinan diyar kirin ku bi vebûna dibistanan re pirsgirêkên kirtasiyê û serwîsan dijîn û gotin Hatay hatiye jibîrkirin.
 
'7 meh in 7 kes di heman konî de dimînin'
 
Nîmet Kiliçlar ya li Samandagi di kon de dîmîne diyar kir ku roja erdhêjê xaniyê ku bi kirê têde bû hilweşyaye û wiha domand: “7 meh e em di heman şert û mercî de ne. Zarokekî min astnegdare. Sê neviyên min hene. Ez bi wan re eleqeder dibim. Ev 7 mehe em di kon de ne. Pirsgirêka herî mezin serşo û tuwaletin. Hîjyen tûne ye. Tenê hevjînê min mûçe digire. Me ji bo konteynirê serlêdan kir lê nehat. Em 7 kes di kon de dimînin. Xanî biha ne. Kirê 15 hezarin. Dema erdhêj çêbû 15 hezar dan me. Lê wekê din nedan. Niha dibistan vebûn. Baran dibare. Kon avê hiltînin û derbasî hundir dikin. Em ê sobeyê deynin lê wisa çawa em ê berdewam bikin niznaim. Avê îtfaye tîne. Ez ava vexwarinê ji Hidirbeylî tînim.”
 
‘Jiyana di kon de zehmet e’
 
Bîrsen Kîmyongok jî  piştî erdhêjê xaniyê wê zirarê dibîne û di baxçeyê xaniyê xwe de kon vedide. Bîrsenê ev tişt anî ziman: “Xaniyê me bi rîsk e. Lê em dîsa jî hewcedariyên xwe li wir dimînin. Konteynira li Hidirbeylî ji me re derket. Lê me got em di kon de dimînin. Ji ber pir dûr bû. Me got konteynirê bînin ber derê me. Kurekî min diçe lîseyê. Jiyana di kon de zehmet e. Ez bûm nexweşa tansiyon. Hevjînê min 65 saliye naxebite. Cilşoya me xera bû. Zivistan tê em di kon de ne.”
 
Jina bi navê Işkin ku nexwest paşnavê xwe bide jî ev tişt diyar kir: “Em çar malbat ku xizmên hevin 7 mehan di konekî de man. Zarokê min nexweşê epilepsî ye. Di van şertan de ez lê dinerim. Me berê bi rêk û pêk dibir nexwşxanê. Lê piştî erdhêjê em nikarin derziyên wî lê bixin. Salek derbas bû. Erebok û hewcedariyên wî derdorê anî.”
 
‘Em dema zarokan dişînin dibistanê bi fikarin’
 
Aylîn Bayram jî destnîşan kir ku di erdhêjê de xizmên wê jiyana xwe ji dest dane û xanyê wê jî hilweşiya ye û toza ji kavila dertê pirsgirêkên tenduristiyê derdixe û wiha vegot: “Em dema zaroka dişînin dibistanê bi fikar in. Demên ewil ewlehiya canê me tûne bû. Li her derê diz hebûn. Alavên me talan kirin. Em ji avahiyên bi xesar ditirsin. Xaniyan hildiweşînin lê kavilan ranakin. Em nav axê de dimînin .Em hemû ji ber vê axê nexweş dikevin. Xaniyê me tûne ye. Cihê em lê bistirin tûne ye. Pirsgirêka avê heye.”