ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2023'YAN

  • 09:00 25 Îlon 2023
  • Rojev
 
* Aktîvîsta TJA’yê Aynûr Tarhan a ku kampanyaya xwe ya 6 mehan nirxand, destnîşan kir ku armanca wan a yekem zanista jinê û şikandina tecrîdê ye. Aynûr, bi lêv kir ku ew ê di çarçoveya vê kampanyayê de xwe bigihînin hemû qadên jiyanê û got: “Ev kampanya dengê jinê ye.” BI DÎMEN 
 
*Di ser erdhêja 6’ê Sibatê re 7 meh derbas bûn û hîna jî li Hatayê şert û merc rast nebûne. Jinan diyar kirin ku hîna xaniyê wan tûne ne, cihê lê bimînin tûne ye û hatine jibîrkirin. DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Şirnexê û her wiha parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal diyar kir ku di civînên gel de daxwaza esas şikandina tecrîdê bûye û got partiya wan wê di pêvajoya nû de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku 30 mehin agahî jê nayê girtin, xeta têkoşînê bihûne. DÎMEN HEYE
 
*Li Colemêrg û navçeyên wê di 9 mehên dawî de 9 jinan bi guman jiyana  xwe ji dest dan. Der barê mirina jinan de gelek caran lêpirsîn jî nehat destpêkirin û dosyayên hatin vekirin jî hatin girtin.