Meral Daniş Beştaş: Dixwazin girtiyan tenê bihêlin

  • 09:04 24 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED - Parlamentera Partiya Çep a Kesk ya Erziromê Meral Danis Beştaş derbarê rewşa girtigehan de nirxandin kir. Meralê diyar kir ku nêzîkatiya li hemberî girtiyan girtigehan biryareke hevpar e, anî zin ku dixwazin girtiyan tenê bihêlin û got ku divê bêhtir xwedî li wan bê derketin.  
 
Dewleta Tirk bi nêzîkatiyên xwe yên dijhiqûqî girtîgeh ji bo girtinyan kirine dojeh. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku 651 jê nexweşên giran in û girtiyên nexweş ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) nayên berdan. Girtiyên cezayên wan xilas dibin jî bi hincetên wekî cezayên dîsîplînê înfazên wan tên şewitandin û dema wan a girtinê tê dirjêkirin. Li girtîgehan li gel binpêkirinên mafan ên cur bi cûr malbatên ku ji girtiyên xwe re pere dişînin  jî doz li wan tên vekirin.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş derbarê rewşa girtigehan û binpêkirinên mafan de nirxandin kir.
 
'Girtigeh cuda ne lê nêzîkatî heman e'
 
Meral Daniş Beştaş di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku her çiqas girtigeh cuda bin jî bi biryareke hevpar tên rêvebirin. Meralê diyar kir ku ji Girtigeha Tarsûsê heta greva Îmraliyê, an jî ji Edîrneyê heta Sîlîvriyê  nêzîkatî û nêrîna rêvebirên girtigehan hinek cuda be jî rewşa hemû girtigehan girêdayiyê hev e. Meralê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Şewitandina înfazê hema bibêje li hemû girtîgehan heye. Li girtîgehan pêdiviyên girtiynan ên jiyanî dibin sedema cezayên dîsîplînê. Êrîşî hucere û qawîşan dikin. Mînaka wê ya herî dawî jî tacîza li Girtîgeha Panosê ye. Dema ku helwesta Wêzîrê Edaletê cuda be û bibêje ez li dijî van pêkanînan me, wê rêveberiyên girtîegan nikaribin wiha hêsan tevbigerin û mafên girtiyan binpê bikin. “
 
‘Dixwazin îradeya girtiyan radest bigirin’
 
Meralê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku li Girtigeha Xarpêtê bûyereke gelek mezin pêk hat. Meralê bilêv kir ku ketin girtigehê, heta kuştinê îşkence pêk anîn. Meralê  daxuyand ku piştî vê bûyerê ew mirov dan girtigehêk cuda. Meralê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ev hemû girêdayî hev in. Ev nêzîkatiya li hemberî  girtîgehan biryareke hevpar e. Dibêjin bila girtî radest bibin. Armanc ev e. Wek mînak; dibêjin mê ê bêm jimartinê bikin û divê hûn li ser piyan bin. Dibêjîn em ê we dernaxin sporê an jî nameyên we em ê bixwinîn hûnê jî qebûl bikin. Dibêjin em çi bikim hûnê qebûl bikin û li hemberî vê bertekên xwe nîşan nedin. Bi tevahî armanc ev ê ku dixwazin îradeya girtiyan radest bigirin. Girtî vê qebûl nakin. Em diçin, zêdetir parêzer diçin, raporên wan tên destê me û em bi malbatan re hevdîtinê pêk tînin. Bi tevahî rewşa girtigehan ev e.”
 
‘Jiyanek azad û wekhev bi şer pêk nayê’
 
Meralê balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku tecrîdê ji wê derê dest pê kiriye. Meralê da zanîn ku divê li greva Îmraliyê bi nêrînek cuda nêzîkatî bê nîşandan, ji ber ku rêbertiya wê nayê nîkaşkirin. Meralê wiha pê de çû: “Naxwazin Ocalan biaxive, ji ber ku axaftina wî dê pergala desthilatdariya AKP-MHP’ê xira bike.  Nêzîkatiya li hemberî zindanan  bi tecrîdê re destpê kiriye û li tevahiya zindanan belav bûye. Ji vê divê ku tecrîd bê bidawîkirin. Divê brêz Ocalan azad be û biaxive. Di konferansa me de jî hat rojevê, êdî gel azadiyek fizîkî ya Ocalan dixwaze û ev daxwazeke gelek xurt e. Em dizanin ku jiyanek azad, birûmet û  wekhev hebe û şer bidawî bibe.  Ev şer bi salan e berdewam dike û tu alî jî bi ser neketine. Ji ber vê yekê pêwîste ku hevdîtin bi Ocalan re çêbibe û tecrîd bidawî bibe. Tecrîd ne bi tenê li greva Îmraliyê ye, dixwazin gelên Tirkiyeyê jî tecrîd bikin. Îro Merdan Yanardag di zindanê de ye ji ber ku bahsa tecrîdê kir. Armanca wan çi ye? Dibêjin bila tu kesî din wekî Merdan Yanardag neaxive. Bila tu kes li hemberî bê hiqûqiyê, zilmê û tecrîdê  neaxive. Dixwaze gotina tecrîdê qedexe bike lê em vê qebûl nakin."
 
‘Dixwazin girtiyan tenê bihêlin’
 
Meralê bal kişand ser nêzîkatiya li heberî girtîgehan û destnîşan kir ku nêzîkatiya li  girtigehan ne li gorî hiqûq û qanûnê ye. Meralê destnîan kir ku ger li gorî qanûn û hiqûqê tevbigeriyana tê tecrîd pêk nehata. Meralê da zanîn ku divê nêzîkatiya li hemerî girtiyan bê cezakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Herwiha dixwazin têkiliya girtiyan bi malbatên wan re qût bikin.  Di demên dawî de dayîkên  me yên Aştiyê yên  Colêmergê jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku diçûn girtigeha û dihatin. Malbata ji girtiyan dûr dixin. Ji bo alîkariyê , pere razandinê îfadeya wan digirin. Li wê derê jiyan bi pere ye, ji ber vê mecbûrin ku pere bişînin. Dixwazin girtiyan tenê bihêlin û  bê çare û bê alîkarî bimînin. Tenê ji bo pere razandinê lêkolîn tên kirin û doz tên vekirin. Bi rastî nêzîkatiya li hemberî girtigehan tu caran ewqas giran nebibû. Ev nêzîkatiyeke dijhiqûqî ye. Li hemberî vê yekê divê em zêdetir xwedî li girtiyan derkevin. Ew li wê derê li ber xwe didin hewceye em jî li vê derê li ber xwe bidin.”