'Nikarin pêşî li bîranîna 33 rêwiyên xeyalê bigirin'

  • 09:03 24 Îlon 2023
  • Rojane
 
Marta Somek 
 
STENBOL - Hevseroka SGDF’ê Yaren Tuncer ji doza bi îdiaya endamtiya rêxistinê dihat darizandin di 14’e îlonê de di rûniştina duyemîn de hat tahliyekirin. Yarenê da zanîn ku tevî hemû zextên desthilatdariyê pêşî li bîranîna 33 rêwiyên xeyalê nehatine girtin û riya berxwedanê di têkoşîna yekûyî de derbas dibe.
 
Di 12’yê Adarê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat meşandin de li Stenbol, Enqere, û Edenê bi ser gelek malan de hat girtin û nav de hevserokên ESP, Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF), endamên Meclîas Jinên Sosyalist (SKM), nûçegîhana ETHA’yê Elîf Bayburt jî heye 11 kes hatin binçavkirin û 15’ê Adarê de Şukran Yaren Tuncer, Senem Nur Pektaş, Alev Ozkîkraz, Tanya Kara, Ozge Dogan, Bîrkan Polat, Can Papîla, Denîz Bahçecî û Okan Danaci hatin girtin. 
 
Hevseroka SGDF’ê  Yaren Tuncer û Okan Danaci ku bi îdiaya endamtiya rêxistinê dihatin darizandin di 14’ê îlonê de di rûniştina duyemîn de hatin berdan.  Yaren û Okan li ber girtîgeha Sîlîvriyê ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hatin pêşwazîkirin.
 
Yaren ku hefteya borî tahliye bû der barê naveroka îdianame, sedema darizandin, têkoşîna edeletê de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Armanca wan çavtirsandin û krîmînalîzekirine
 
Yarenê diyar kir ku di dosya û îdianama hatiye amadekirin de tu tiştek tunebûye û got: “Di alî hiqûqî de tû tiştekî em bêjin dibe sûc tûneye. Lê ji bo serdest, desthilatdariya siyasî û faşîzmê bêguman gelek tişt hene. Bi salane zextan li ser tevgera ciwanan dikin. Dixwazin têkoşîna ciwanên sosyalîst biçewisînin. Dixwazin nifşrekî serîtewandî ya li gorî xwe bifirînin. Lê nikarin vê bikin. Ji ber vê jî zextên xwe zêde dikin. 12’yê Aarê de bi ser malan de hat girtin û em binçavkirin. Bi vê hewl dan me bitirsînin û biçewisînin.”
 
‘Tevlibûna 8’ê Adarê jî sûc e’
 
Yarenê balkişand ser naveroka îdianameyê û got tevlibûna çalakiyan ‘Em nikarin debara xwe bikin’ jî sûc hatiye hesibandin û ev tişt bi lêv kir: “Bîranîna hevalên xwe, tevlibûna 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê jî sûc hesibandine. Ji bilî vê têkoşîna edeletê ya ji bo Pirsusê bûye hinceta sûc. Ji ber ku ji bo wan ev xetereyek mezine. Li Pirsûsê di 2015’an de di êrişa DAIŞ’ê de hevalên me hatin qetilkirin. 8 sal derbas bû hîna kujer li dervene. Wekê ku ne komkujiyek siyasiye nîşan dan û pêvajo wisa meşandin. Lê tevî her tiştî em ê têkoşîna edeletê ya ji bo Pirsûsê bidomînin.”
 
‘Nikarin pêşî li bîranîna rêwiyên xeyalê bigirin’
 
Yarenê bi lêv kir ku tenê zext li SGDF’ê nayên kirin û ev tişt anî ziman: “Yên li Pirsûsê birîndar bûn, yên wek dayika Besna ku zarokên xwe li Pirsûsê winda kirine, hevalên me yên têkoşîna edeletê didin jî bi tedhîd, girtin, zext û tûndiyê re tên rû hev. Di her bîranîna Pirûsê de zext û îşkence tên kirin. Tevî vê em dest ji bîranîna 33 rêwiyên xeyalê bernadin. Bi awayekî em wan bibîr tînin. AKP-MHP her bîranînê de zextan dike. Bi vê dixwazin pêşî li têkoşîna edeletê bigirin. Komkujiya Pirsûsê komkujiya herî mezin a dîrokê ya ciwanan bû. Li dijî vê komkujiyên tevgerê ciwanan hîna ligel hevin û têdikoşin.”
 
Riya berxwedanê têkoşîna yekbûyiye
 
Yarenê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî zextan çareserî di têkoşîna yekbûyî de derbas dibe. Ji bo zext û polîtîkayên faşîst yên AKP-MHP’ê bên şikandin divê têkoşîna yekbûyî bê dayîn. Ji ber vê jî têkoşîna 8 sal in tên dayîn glek girîng e. Ji ber ku hesabpirsîn heye. Ji bo hesabên hevalên xwe bipirsin têkoşînek heye. Ev gelek girîng e. Ez bang li hemû hevalên xwe dikim ku bi têkoşîna yekbûyî bersivê bidin polîtîkayên zextê.”