Civaknas Pinar Şen: Pergala dijhiqûqiyê heye

  • 09:11 23 Îlon 2023
  • Rojane
Rabia Önver 
 
COLEMÊRG - Pinar Şen Zengîn a ÎHD’yî derbarê doza gumanbarên Esra Y. ku li Şemzînanê destdirêjî lê hatibû kirin û întîxar kiribû de axivî û balkişand ser helwesta darazê ya li hember gumanbaran. Pinarê da zanîn ku pergalek dijhiqûqiyê heye û di pergalek ku hiqûqa tirk pêk nayê de dijîn.
 
Di 27’ê Gulana 2016’an de li gundekî navçeya Şemzînan a Colemêrgê 3 kesên bi navê Veysî, Zahir û Nîhat Yilmaz destdirêjî li Esra Y. a 11 salî kiribûn. Di çarçoveya pêvajoya hiqûqî ya ku zarokê ji xizmên xwe re qala bûyeran kir de 3 gumanbar hatin girtin, doz li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Ji bo 3 gumanbaran ji ber sûcên “îstismara zayendî” û “bêparhiştina ji azadiyê” ji her yekî re 42 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. 
 
Piştî îtîraza êrişkaran a li Dadgeha Îstînafê ya Herêmê, ceza  hat betalkirin û ji bo êrişkaran biryara darizandina ji nû ve hat dayîn. Lê 8 meh şûnde van kesan bi hinceta “nebûna delîlan” hatin berdan. Piştî bersûc hatin tehliyekirin, 11 roj şûnde jî Esrayê ber bi xwekuştinê ve hat kaşkirin. Berdana wan kesan bû sedema xwekuştina Esrayê.  9'emîn danişîna dozê di 17'ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Di danişînê de şandeya dadgehê bi hinceta beşdarbûna êrişkaran a danişînan daxwazên girtinê red kiribû. Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê Civaknas Pinar Şen Zengîn der barê mijarê de axivî.
 
Divê çapemenî di nûçeyan de li ziman baldar be
 
Pinarê da zanîn ku divê di hemû nûçeyên çapemeniyê de ji bo zimanê tê bikaranîn baldarî hebe û wiha vegot: “Li Kurdistanê bûyerên îstîsmar û destdirêjiyê bi zexta civakî tê veşartin. Destdirêjî û tacîz nayê axaftin. Divê çapemenî di nûçeyên xwe de baldar be. Divê di mijara pêkhatina polîtîkaya ceza de mînak nîşan bidin.”
 
Nêzîkatiya darazê
 
Pinarê bal kişand ser nêzîkatiya darazê û wiha daxuyand: “ Ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê gumanbar tên berdan. Ji ber vê sedemê bûyerên tacîz û destdirêjiyê di civakê de tên normalkirin. Di hemû bûyerên îstîsmarê yên tên jiyîn de daraz vî mafî bi xwe re dibîne. Ji ber tecawizkar nayên cezakirin, dubare sûc dikin.”
 
‘Hiqûq pêk nayê’
 
Pinarê li ser doza ku sê gumanbarên Esra Y. jê tê darizandin û bi kontrola edlî hatine berdan sekinî û wiha dawî lê anî: “Esra 11 salî bû û destdirêjî lê hat kirin. Piştre jî întîxar lê ferz kirin. Tevî vê gumanbar bi rehetî hatin berdan. Gumanbar ji ber dizanin polîtîkaya bêcezahiştinê heye bi rehetî tevdigerin. Li Kurdistanê di bûyerên wisa hatine jiyîn de tu gumanbar nehatine darizandin. Li Tirkiyeyê pergala hiqûqê pêk nayê.”