Jinên PYD'yî: Em ê vê salê bikin sala serkeftinê

  • 09:07 23 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Jinan têkildarî 20'emîn salvegera damezrandina PYD'ê dan zanîn ew ê dev ji kar û xebatên xwe yên di bin banê partiya xwe de bernedin û gotin:"Heta ku em demokrasî û yekîtiyê li dinyayê bidin belavkirin em ê kar û xebatên xwe bikin û belav bikin. Ji bo em azadiya Rêberê xwe mîsoger bikin em ê xebatên xwe bikin. Em ê vê salê bikin sala têkoşîn û serkeftinê. "
 
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di 20'ê Îlona 2003'yan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye damezrandin. Jinan di PYD'ê de roleke girîng girtin ser xwe û li ser esasên azadiya jinan, wekhevî, neteweya demokratîk de xebatên xwe dimeşîne. Bi munasebata salvegera damezrandina PYD'ê li gelek cihan çalakî hatin lidarxistin. Li Şehbayê jî bi dirûşma "20 sal in têkoşîna me ji bo pêkanîna projeya netewa demokratîk û bidestxistina azadiya jinan û Sûriyeya Demokratîk berdewam e" şahî li Wargeha Serdemê ya li Şehbayê hat lidarxistin. Jinên tevlî şahiyê bûn fikir û ramanên xwe yên derbarê salvegera damezrandina PYD'ê de anîn ziman. 
 
'Bi saya netewa demokratîk partiya me hat avakirin'
 
Ji Rêveberiya PYD'ê ya bajaroka Til Rifatê Sîlvana Hesen bal kişand ser salvegera damezrandina PYD'ê û wiha got:" Em salvegera PYD'ê li Rêber Abdullah Ocalan, gelê xwe yê welatparêz û li şervanên azadiya Kurdistanê pîroz dikin. Bi saya netewa demokratîk partiya me hat avakirin. Em li ser esasên vê projeyê li cîhanê bang dikin."
 
'Wê projeya netewa demokratîk me ji zilmê xelas bike'
 
Sîlvana bal kişand ser projeya netewa demokratîk û wiha lê zêde kir:" Projeya netewa demokratîk a ku bi saya ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket holê girîng e. Îro têkoşîneke mezin li ser bingeha vê projeyê ji bo azadkirina Rêbertî berdewam dike. Di heman demê de ev proje wê bikaribe welat û gelê me ji bin zilm û zordariyê xilas bike. "
 
'Heta azadiya Rêbertî wê têkoşîna me bidome'
 
Sîlvana da zanîn divê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha pê de çû:" 20 sal ji ser damezrandina partiya me re derbas dibe. Em jî bi hêvî ne ku sala bê em vegerin welatê xwe û azadiya Rêberê xwe mîsoger bikin. Heta azadiya Rêbertî wê têkoşîna me bidome. Em hêvî dikin em ê projeya netewa demokratîk li hemî cîhanê belav bikin. Ji ber nûnertiye wekhevî û azadiyê dike."
 
'Bi xebatên xwe em ê vê salê bikin sala serkeftinê'
 
Ji Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Wargeha Serdemê, Fatme Osman da zanîn ew ê bi xebatên xwe sala îsal bikin sala serkeftinê û wiha got:" Em damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk li Rêber Abdullah Ocalan û gelê kurd pîroz dikin. Em wekî xebatkarên PYD'ê bi hêvî ne ku em her tim xebatên xwe belav bikin. Heta ku em demokrasî û yekîtiyê li dinyayê bidin belavkirin em ê kar û xebatên xwe bikin û belav bikin. Ji bo em azadiya Rêberê xwe mîsoger bikin em ê xebatên xwe bikin. Em ê vê salê bikin sala têkoşîn û serkeftinê. "