'Têkbirina tecrîdê ji bo çareseriyê gavek girîng e'

  • 09:05 23 Îlon 2023
  • Hiqûq
 
 
Zelal Tunç
 
WAN - Parêzera OHD’ê Ebru Demîrtepe diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin îro heta ser girtiyên edlî jî belav bûye û wiha got: “Em di vir de vê dibînin. Em îtirazî tecrîdê nekin wê tecrîd li ser me hemûyan pêk bê em ê bibin kirdeya tecrîdê. Em ê hemû bi tecrîdê re bên rû hev. Divê parêzvanên mafê mirovan, hemû saziyên cemawerî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 30 meh in nikare bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike û şertên tecrîdê her diçe girantir dibe. Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Ebru Demîrtepe der barê tecrîda giran de axivî û da zanîn ku tu aliyê vê yê hiqûqî tune ye û got ew vê rewşê tenê bi gotina ‘dijhiqûqiye’ têr nabîne.
 
‘Li Îmraliyê rejîma înfazê pêk tê’
 
Ebruyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku di hiqûqê de mijareke wek rejîma înfaza taybet tune ye û wiha vegot: “Li Îmraliyê rejîma înfazê pêk tê. Bi hincetên kêfî ceza didin girtiyan. Ev ceza tebligê parêzeran nayên kirin. Tevî daxwaza parêzeran agahî nayên dayîn. Piranî parêzer nikarin îtîraza xwe jî bikin.”
 
‘Cezayên dîsîplînê nîşaneya rejîma înfaza taybet e’
 
Ebruyê daxuyakirin ku serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din re, her tim bi hincetên ‘cezayên dîsîplînê’ tên redkirin û wiha bi lêv kir: “Li girtiyan bi hinceta di sporê de axivîne cezayên dîsîplînê dibirin. Ev di esasê de wek rejima înfaza taybet ji ser Îmraliyê tê meşandin. Li girtiyekî rejîmek wisa taybet nikare pêk bê. Jixwe hatiye hepskirin û bi vê rejîmê girankirin nayê qebûlkirin. Dixwazin nokteyek taybet a hiqûqê rejîmekê biafirînin.”
 
'Tê esasgirtin ku kesek ji 23 salan zêdetir neyê girtinê'
 
Ebruyê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Ne di destûra bingehîn, ne di qanûn û ne jî di hiqûqa navneteweyî de cihê tecrîdê bi tu awayî tune ye. Mafê Hêviyê yek ji peymanên ku Tirkiye alîgirê wê ye. Ev maf divê ji bo hemû girtiyan pêk bê. Ev maf dibêje ku kesek nikare seranserê jiyanê girtî bimîne, mafê derxistina ji girtîgehê dide kes. Îro li gorî peyaman ku Tirkiye alîgirê wê ye kesek seranserê jiyanê nikare girtî bimîne û ev pêvajoya girtinê jî wek 23 sal hatiye diyarkirin. Tê esasgirtin ku kesek ji 23 salan zêdetir neyê girtinê. Birêz Ocalan girtiyekî siyasî ye. DMME’ê biryar da ku Abdullah Ocalan û girtiyên din Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan ji mafê hêviyê fêdeyê bigire. Lê Tirkiyeyê girtiyên siyasî ji vî mafê bêpar dihêle.”
 
‘Pirsgirêka Kurd cidî nayê girtin’
 
Ebruyê destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne kirdeya polîtîk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan nîşan dide ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de dilxwaz nînin. Me gelê Kurd bi dehan carî anî ziman. Şikandina tecrîdê ji bo çareseriyê gavek girîng e.  Ev jî nîşan dide ku dewleta tirk pirsgirêka Kurd cidî nagire. Dewlet gavên pêwist navêje.”
 
‘Tecrîd li ser her alî tê meşandin’
 
Ebruyê bi lêv kir tecrîd li ser her alî tê meşandin û wiha dawî lê anî: “Tecrîda li Îmraliyê li her derê bandor kiriye. Li hemû girtîgehan belav bûye. Niha tecrîd li ser girtiyên edlî jî pêk tê. Ev vê nîşan dide. Ger em îtîraz nekin em ê hemû rojekê bibin kirdeya tecrîdê. Di vî alî de ez bang li hemû parêzvanên mafê mirovan û saziyên cemawerî dikim ku bi hev re ji tecrîdê re bêjin na.”