Dayika rojnameger Ayşe Oyman jiyana xwe ji dest da

  • 19:48 22 Îlon 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Dayika rojnameger Ayşe Oyman, Taybet Oyman di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da.
 
Dayika rojnameger Ayşe Oyman, Taybet Oyman ku demek dirêj ku ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin, vê êvarê rakirin nexweşxanê. Taybet di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Taybet Oyman wê bibin Cizîrê û li wir defin bikin.