Li Amedê Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir

  • 19:40 22 Îlon 2023
  • Rojane
AMED- Komeleya Ekolojiyê bernameya Rojên Fîlmên Ekolojîk pêk anîn û bernameya yekemîn li Cafeya Çand û Huner a Hewş pêk hat.
 
Rojên Fîlmên Ekolojîk ku ya yekemîn li Amedê di 2020’an de pêk hat, îro li Cafeya Çanda Hewş dest pê kir. Bernameya li qada ku serê wê vekirîbû hat destpêkirin, gelek kes tevli bûn. Bername bi sê beşan pêk hat û di serî de fîlmê kurt yê bi navê Amîna,  di beşa duyem de jî Xweza û beşa sêyemîn de jî Krîza Xurek û Çandê hat nîşadan.
 
Endama Komeleya Ekolojîk Elîf Çoban der barê Rojên Fîlmên Ekolojîk de axivî û da zanîn ku wê sê rojan brename bidome û banga tevlibûnê kir. Elîfê da zanîn ku wê rojên şemî û yekşemê navbera 19.00 û 22.00’an de bername pêk bên. 
 
Aktîvîsta ekolojiyê Leyla Çîte jî axivî û ji bo hemû kesên alîkarî dane wan spasî kir. Piştî axaftinan  nîşandana fîlman destpê kir.