Rapora derbarê Girtîgeha Panosê de hat eşkerekirin

  • 15:01 22 Îlon 2023
  • Rojane
 
WAN - Rêxistinên mafên mirovan rapora Girtîgeha Panosê eşkere kirin û diyar kirin ku li girtîgehê îşkence li 2 girtiyên jin hatiye kirin û xwestin lêpirsînek bi bandor bê birêvebirin. 
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) û Baroya Wanê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panosê ya Tîpa L’yê raporek amade kirin. Rêveberên saziyan ji bo eşkerekirina raporê civîn li avahiya baroyê li dar xistin. 
 
Hevseroka OHD’a Wanê Mehtap Îşîk rapor xwend û destnîşan kir ku di çarçoveya raporê de bi Lale Kabîşen û Nazlican Barişer ên li Girtîgeha Panosê girtî ne re hevdîtin kirine.  
 
Mehtapê tespîtên di raporê de cih girtine xwend û destnîşan kir ku nêzî 40 leşker û gardiyanan êrişî jinan kirin e û îşkence li wan kirin e. Îşik da zanîn ku her du jinên girtî bi “benê berazan” 4 saetan li odeya sekinandinê hatine hiştin. Îşîk diyar kir ku her du jinên girtî gotine ku midûrên girtîgehê li ser serê wan sekinîne û midûrê yekemîn ê girtîgehê gefa kuştinê li girtiyan xwariye û muameleya xerab li ser wan pêk anîne. 
 
Paşve kelepçe kirine 
 
Mehtapê anî ziman ku leşker û gardiyanan bi porê girtiyên jin girtine û wan ji paş ve kelemçe kirine û birine li wesayîta rîngê siwar kirine û sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Îşîk da zanîn ku girtiyên zilam ji bo protestokirina îşkenceya li ser her du jinên girtî şermezar bikin çalakiya protestoyê li dar xistine û girtîgehê der barê hemû girtiyên zilam de lêpirsîna dîsiplînê daye destpêkirin. 
 
‘Îşkence sûc e’ 
 
Mehtapê destnîşan kir ku dema hevdîtin bi girtiyên jin re hatiye kirin hê jî şopa îşkenceyê li ser laşê wan bûye û divê derbarê berpirsiyaran de bi lez û bez û bi awayek bandor lêpirsîn bê destpêkirin. Îşîk anî ziman ku îşkence sûcê li dijî miorvahiyê ye û xwest demildest faîl bên cezakirin. 
 
Mehtapê da zanîn ku jiyana jinên girtî di bin xetereyê de ye û xwest îşkence bi dawî bibe.