Li Stenbolê serdegirtinên malan

  • 11:42 22 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
STENBOL - Li Stenbolê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin. 
 
Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) li ser hesabê xwe yê X’yê ragihand ku muwekîlên wan Hacer Erkîn, Gulçîn Aykûl û Ozgur Tosûn di saetên serê sibehê de di serdegirtina malan de ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin û derbarê muwekîla wan Semîha Şahîn de jî biryara binçavkirinê heye. EHB’ê, da zanîn ku di serdegirtinan de kompîtûr û telefon hatine desteserkirin, hate ragihandin ku di çarçoveya beyanên îtîrafkar Onûr Demîr de operasyon hatiye kirin.