Danişîna doza Ayşe Gokkan a wê ji nû ve jê bê darizandin sibe ye

  • 15:31 21 Îlon 2023
  • Hiqûq
 
 
MÊRDÎN - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokan a ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, piştî ku sal û 8 meh cezayê lê hatibû birîn ji aliyê Dadgea Îstînafê ve hat xirakirin dê sibe ji nû ve bê darizandin. TJA'yê di daxuyaniya ku weşnad de bang li hemû jinan kir ku tevli danişînê bibin.
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, di 30'yê Cotmeha 2013'yan de dema şaredara Nisebînê bû li dijî avakirina diwarên li sînor dest bi greva birçibûnê kiribû. Bi hinceta ku şivika hesin a leşkeriyê windabûye di 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê doz hat vekirin û di 15'ê Kanûna 2020'an de bi hinceta "Qada leşkerî û ewlehiyê îhlal kiriye" salek 8 meh ceza lê hat birîn. Piştî parezêr îtîraz kir biryar hat betalkirin. Dosya ji 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Nisêbînê re hat şandin. Ayşe Gokkan dê carekdin bê darizandin. Sibê danişîna dozê di 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Nisebînê di saet 13.20’an de pêk bê. 
 
Derbarê dozê de TJA, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyaniyek da û banga tevlîbûna danişînê li jinan kir. TJA, bi sernavê "Ji bo piştevaniya bi Ayşe Gokkan re em ê li Nisebînê bin" banga tevlîbûnê kir. 
 
Heta niha derbarê Ayşeyê de 200 doz hatin vekirin û 83 caran jî hat binçavkirin. Ayşe di 27'ê Çileya 2021'an de bi hinceta "Endamtiya rêxistinê û rêveberiya rêxistinê" doz hat vekirin û 30 sal ceza li Ayşe hat birîn. Piştî biryarê Ayşe hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Amedê û dû re jî sirgunê Girtîgeha Jinan a Sîncanê hat kirin.