Li Mabetayê jinek hate qetilkirin

  • 14:30 21 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku li navçeya Mabeta ya Efrînê ku di bin kontrola dewleta tirk de ye, jineke 40 salî hatiye qetilkirin.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku li gundê Avrazê yê navçeya Mabetayê jineke 40 salî hatiye qetilkirin.
 
Rêxistinê diyar kir ku cenaze 18'ê Îlonê li nava zeytûnan bi darvekirî hate dîtin.
 
Li gorî agahiyan jin a bi navê Heyat ji gundê Qergolê yê navçeya Bilbilê bû û cenazeyê wê li taxa Zêdiyê hatiye veşartin.