Girtiyên ku îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin

  • 11:18 21 Îlon 2023
  • Rojane
 
AGIRÎ - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi girêka beraz îşkence lê hatibû kirin, li girtîgehên cuda hatin sirgûnkirin. 
 
Di 31’ê tebaxê de li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê bi girêka beraz îşkence li girtiyên jin hatibû kirin. Ji girtiyên îşkence lê hatibû kirin Mizgîn Kayitbey sewqî Girtîgeha Jinan a Kayseriyê û Lale Kabîşen jî sewqî Girtîgeha Jinan a Tarsusê hate kirin. 
 
Her wiha girtiya bi navê Nazlican Barişer jî hat tehliyekirin.