'Jin jiyan azadî' ji Xelata Sakharovê re namzet hate nîşandan

  • 10:56 21 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Xelata Sakharov a ku xelata herî bilind a mafên mirovan a Yekîtiya Ewropayê ye, Jîna Emînî û tevgera "Jin jiyan azadî"  wekî namzet hat nîşandan.
 
Parlamenta Ewropayê, Partiya Gel a Rastgir a Ewropayê (EPP), Sosyalîst û Demokrat (S&D) û Ewropa Nû (navendparêz û lîberal) ragihandin ku Jîna Emînî û şoreşa "Jin Jiyan Azadî"" ji bo parastina azadiya ramanê pêşniyarî Xelata Sakharovê kirin. Pêşniyara her sê koman nîşan dide ku Jîna Emînî û “Jin Jiyan Azadî” namzetên xelatê ne.
 
Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’yan de di 22 saliya xwe de bi hinceta “serê xwe baş nenixumandiye” ji aliyê polîsên exlaqî ve hat qetilkirin û serhildaneke bêhempa destpê kir.
 
Xwediyê xelatê wê di meha Cotmehê de bê eşkerekirin û merasîma xelatdayînê jî wê di Civîna Civata Giştî ya Parlamenta Ewropayê ya di meha kanûnê de li Strasboûrgê bê lidarxistin.
 
Ji Fransayê Rassemblement National, ji Îtalyayê Lega û ji Elmanyayê rastgira tundrew Identity and Democracy (Nasname û Demokrasî) a ku di bin banê AfD’ê dixebite, navê Elon Musk, serokê X (Twitter) pêşniyar kir.
 
Di nav namzetan de jî kampanyavana avhewayê ya Ugandî Vanessa Nakate û "Jinên ku ji bo kurtajkirina belaş, ewledar û qanûnî şer dikin”, (Ji Polonyayo Jstyna Wydrzynska, ji El Salvador Morena Herrera û ji DYE’yê Colleen McNichols) hene.
 
Ev xelata "Azadiya ramanê" ku cara yekem di sala 1988’an de hat dayîn, navê xwe ji fîzîknasê Andrey Sakharov girtiye ku yek ji kesayetên sereke yên muxalefetê di serdema Yekîtiya Sovyetê de ye.