'Pênûsa Apê Mûsa li erdê nema’

  • 20:38 20 Îlon 2023
  • Rojane
MÊRDÎN - Musa Anter di 32'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di bîranînê de axivî got: "Gotin bi kuştinê wê pênûsa Apê Musa li erde bihêlin lê generalên biçûk yên Apê Musa pênûsa Apê Musa li erde nehiştin." 
 
Rojnamevan, nivîskar û zanayê kurd Mûsa Anter ku di 20'ê Îlona 1992'yan de li Amedê hat qetilkirin, li gundê Sitîlîlê yê Nisêbîna Mêrdînê li ser gora xw ehat bibîranîn. Endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Platforma Rojnamevanên JIn a Mezopotamyayê (MKGP), Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlemneterên Partiya Çep a Kesk, nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşamê rojnamevan Huseyîn Akyol, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî bîranînê bûn. 
 
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Ewilî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Salîhayê bi lêv kir ku wer fikirîn ku bi kuştina Apê Mûsa dê pênûsê wî li erdê bimîne, lê belê "generalên biçûk" ên Apê Mûsa pênûsa wî li erdê nehiştine û bal kişand ser rojnamevanên girtî yên li ser şopa pênûsa Apê Mûsa. 
 
‘Nikarîbûn rastiyê bikûjin’ 
 
Paşê Hevserokê DFG'ê Serdar Altan axivî. Altan jî diyar kir ku 32 sal in şagirtên Apê Mûsa wî bibîr tînin û got: "A rast xwestin bi kuştina Apê Mûsa re rastiyê bikujin. Lê îro xuya ye ku nikarin rastiyan di tariyê de bihêlin. Nikarin rastiyê bikujin. Kombûna me ya li vir jî û wêneyê li vir jî vê yekê nîşan dide." Altan destnîşan kir ku bi kuştina Apê Mûsa re ji bo çapemeniya kurdî pêvajoyeke nû dest pê kiriye û got ku bi xebata çapemeniya kurdî re rastiya kurdan li cîhanê belav bûye. 
 
Paşê Anter Anter axivî û got ku ew ê her li ser rêça Apê Mûsa bin.