Li ber NY’yê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî

  • 19:29 20 Îlon 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya li ber avahiya NY’yê de ku li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin, hat diyarkirin ku şertê pêşîn ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e.
 
Ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ve li bajarê Cenevre yê Swîsreyê her roja Çarşemiyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Her hefte, di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê (KE), bi bîra saziyên navneteweyî tê xistin ku bi erka xwe rabibin û bêdengiya wan tê protestokirin.
 
Bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK), di çarçoveya kampanyaya ‘’Dem dema azadiyê ye’’ de çalakiya rûniştinê li Qada Natîonsê tê lidarxistin. Di çalakiyê de ku îro hat lidarxistin, di şexsê Denîz Cevdet Bulbun de ku di êrîşa li dijî Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê de şehîd bû, bi deqeyekê rêz hat girtin.
 
Hevserokê Navenda Lêkolînên Kurd a Elmanyayê (KCS) Dr. Thoreaû Redcraw, destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in tê tecrîdkirin û  wiha axivî: “Gelekê ku li ber zext û zilmê rabûye terorîst hatiye îlankirin û rêberê wî 25 sal in tê ragirtin. Hêzên di heman şertan de Mandela dîl girt, heman polîtîkayên li dijî hiqûqa navneteweyî li ser Ocalan bi rê ve dibin. Şertê pêşîn ê çêbûna aştiyê li Tirkiyeyê, ew e ku Abdullah Ocalan serbest bê berdan.”
 
Piştî axaftinan dest bi çalakiya rûniştinê hat kirin.