'Li dijî tecrîdê dê têkoşîna me bidome'

  • 12:53 20 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Aynûr Sarica di civîna çapemeniyê de bal kişand ser polîtîkayên taybet ên şer û got: "Li dijî tecrîda girankirî dê têkoşîna xwe mezin bikin û her wiha dê li her qadê kampanyaya TJA'yê bimeşînin."
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Aynûr Sarica li buroya DBP’ya navçeya Rezanê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser geşedanên siyasî. 
 
Astengkirina fikr û ramanê Abdullah Ocalan 
 
Aynûr, di destpêka nirxandina xwe de diyar kir ku 3 sal zêdetire ji rêberê PKK Abdullah Ocalan tu agahî nayê sitandin û tecrîda li Îmraliyê jî her ku diçe giran dibe. Aynurê da zanîn ku bersiva serlêdanên malbatan nayê dayîn û wiha dirêjî axaftina xwe kir: “Tecrita ku her diçe kûr dibe bandor li ser Gelê Kurd û Rojhîlata Navîn dike. Armanc dikin ku bi tecrîdê fikr û ramanên Ocalan negihije gelan. Em jî dibêjin ku heta tecrîd neşikê û Birêz Ocalan azad nebe têkoşîna xwe bidomînin û mezintir bikin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Kûrbûna tecrîdê bandorê li girtigehan jî dike. Dema borî îşkence li girtiyên jin ên li Girtigeha Panosê kirin. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran hat qutkirin û gefên mirinê li girtiyan hat kirin. Her wiha ne tenê li Agiriyê, li hemû girtigehan de îşkence û zext heye. Lê belê jinên di girtigehan de tu carî paşve gav navêjîn." 
 
‘Jin astengiyan nas nakin’
 
Aynûra ku salvegera yekemîn a Jina Emînî bibîrxist, daxuyand ku Jîna Emînî çirûskek bû, bi sedema xuyabûna porê xwe hat qetilkirin û got: "Piştî qetilkirinê felsefeya 'Jin jiyan azadî' belavî cîhanê bû. Jin ne tenê dirûşmeyek dibêjin, dizanin ku jiyana azad dê bi jinan re ava dibe. Bi zanebûna vê niha ev felsefe belavê cihanê bû ye. Di merasîma salvegera qetilkirina Jînayê de bav, apê wê û gelek kesên din hatin binçavkirin. Em dizanin ku dixwazin jinan asteng bikin, lê bele di serî de Îran, bakur û hemu cîhan vê astengiyê nas nekirin." 
 
‘PDK îxanetê dike’
 
Aynûrê axaftina xwe de cih da êrişên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)’ê û wiha dom kir: “Ev îxanet sûde nade tu kesî. Em wek DBP îxanetê qebûl nakin. Li Silopî, Gever, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê me meş pêk anî. Lê belê dîsa êrişê hevalê me kirin. Li hemberî me derketin. Nexwestin em derbikevin kolanan, gotin em allikariyê wan dikin. Sed sal beriya niha Kurdistan kirine çar perçe, îro jî dixwazin bêtifaqî bixin nava kurdan. Em dibêjin em ê tifaqa kurd xurt bikin û xebatên xwe bimeşînin.”
 
‘Dixwazin serkeftiya jinan xilas bikin’
 
Aynûrê da zanîn herî zêde jin hedef tên girtin û got: "Meşa ku hat lidarxistin bi bangewazî pêşengtiya jinan ve pêk hat. Destkeftiyên jinan pir in. Serkeftinên me tên binpêkirin. Wek mînaka serkeftiya raperîna Rojavayê de dixwazin hemûya bin pê bikin û xilas bikin. Lê belê em nahêlin mafên jinan bên bin pê kirin. Em ê li qadan, kolanan berxwedana xwe bidomînin.”
 
Domandina polîtîkayên bêcezahiştinê 
 
Aynûrê balkişand li ser şerên taybet ên li Bakurê tê meşandin û wiha pê de çû: “Ji ber ku jin çiqas li ber xwe didin ewqas jî bi êrişan re rûbirû dimînin. Demên borî bi poşetên kargoyên de cil û bergên zarokên kurd û cenazeyên zarokan ji malbatan re hatin şandin. Ev mînak di dîrokê de nehatiyê dîtin û nayê dîtin jî. Ev ne mirovî ye û bi aliye nirxan re xwedîderketin jî para me ye. Em ê xwedî derketina xwe mezin bikin. Dixwazin dilê malbatan dubarê biêşînin. Ji aliyêke din di nav kolanên Kurdistanê de bi hatin çûyîna amûrên zirx zarok tên qetilkirin. Lê mixabin di ser de jî dozgeh malbatan sûcdar dibine. Bi deste cerdevan û endamên pergalê ve êrişê ciwan û jinan dikin. Destdirêjî û sixûrtî li Bakur tê meşandin. Herî dawî li Colemêrgê destdirêjî li Esraya 12 salî hat kirin û kiryar hat berdan. Esrayê piştî bûyerê dawî li jiyana xwe anî. Polîtîkayên bêcezakirin pir tê meşandin. Dîsa li Mêrdînê 3 cerdevan destdirêjî li jineke ciwan kir. Ev êriş encamên polîtîkayên şer ên taybet in."
 
Aynûr di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kampanyaya Tevgera Jinên Azad û got: "TJA li ser van mijaran de deklerasyonek eşkere kir. Em ê li her deverê dengen xwe bilind bikin û têkoşîna xwe xurt bikin. Her wiha berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan demek dirêj e girtiye. Em ê wekî Ayşeyê li her qadê berxwedana xwe bidomînin. Dîsa aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Sevîl Çetîn a ku bi kuçikan îşkence lê hatibû kirin bi girtî tê darizandin. Em bang li jinan dikin ku di 28'ê Îlonê de tevlî danişîna Rojbînê bibin."