'Wê serhildan bi pêşengiya jinan bi ser bikeve'

  • 09:05 20 Îlon 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Jinên li Şehbayê tevlî panela bi munasebeta salvegera qetilkirina Jîna Emînî hat lidarxstin, bûn bal kişandin ser girîngiya dirûşma "Jin jiyan azadî" û wiha gotin:" Bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' hemî jinên cîhanê daxwaza azadiya xwe dikin. Em ê bi saya şehîdên mîna Jîna Emînî dagirkerî, tundî û faşîzmê têk bibin. Em ê dirûşma 'Jin jiyan azadî' li hemî deverên cîhanê belav bikin. Wê serhildan bi vê dirûşmê û bi pêşengiya jinan bi ser bikeve."
 
Endama Kordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehbayê Elîf Mihemed ji ajansa me re derbarê girîngiya lidarxistina panelê de nirxandin kir û got:"Îro me weke jinên ku li ser fikra netewa demokratîk kar û xebata xwe didin meşandin ev panel li dar xist. Her wiha ji bo lidijderketina hemî sîstemên desthilatdar me panela xwe li dar xist. "
 
'Jin îro têkoşîna xwe ya bêhempa dide meşandin'
 
Elîfê bal kişand ser girîngiya dirûşma Jin jiyan azadî û wiha got:"Em ji tundiya li ser jinan dibêjin bes e. Bi hezar salan e jin hatine tunekirin û li hemberî wê jin îro têkoşîna xwe ya bêhempa dide meşandin. Bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' hemî jinên cîhanê daxwaza azadiya xwe dikin. Em ê bi saya şehîdên mîna Jîna Emînî dagirkerî, tundî û faşîzmê têk bibin. Em ê dirûşma 'Jin jiyan azadî' li hemî deverên cîhanê belav bikin."
 
Naveroka panelê
 
Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê Meryem Cindo derbarê naveroka panelê de ev tişt got:"Me wekî Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê û Kongra Star ev panel li dar xistin. Bi taybet di salvegera yekemîn a şehadeta jina kurd Jîna Emînî de me xwest em vê panelê li dar bixin. Li ser mijarên xuyakirina rola jinan, jinan di dîrokê de çawa tevgera xwe bi rê ve dibirin hatin sekinandin. Jinan fikir, raman û pêşniyarên xwe anîn ziman."
 
'Sîstemên baviksalar rola jinan di dîrokê de dabûn tunekirin'
 
Meryemê da zanîn zihniyeta baviksalarî di dîrokê de her tim jin tune hesibandiye û jinan jî li dijî vê yekê têkoşîna xwe dewam kirine û wiha pê de çû:"Sîstemên baviksalar û desthilatdar rola jinan di dîrokê de dabû tunekirin, her wiha keda wê hilberîn û afrandinên wê dan tunekirin û di dîrokê de nedabûn nivîsîn. Lê di roja me ya îro de rola jinan di cîhanê de tê eşkerekirin. Ev jî bi saya têkoşîna jinan e. "
 
Rola jinên Rojava 
 
Di dawiya axaftina xwe de Meryemê bal kişand ser rola jinên Rojava û wiha got : "Di heman demê de di panelên me de ne tenê rola jinên cîhanê, bi taybetî rola jinên Rojava jî hat nirxandin. Çawa têkoşîna xwe dan pêş, ev destkeftiyên bi dest xistine û îro di cîhanê de çawa bûne mînak li ser van mijarana jî hat sekinandin. Her wiha di demên bê de wê jin çawa xwe bi rê ve bibin û li hemberî hemî rêjîmên ku dixwazin jinan ji holê rabikin bibe bersiv jin li ser vê yekê jî sekinînin. Wekî jin wê her dem têkoşîna me pêş ve biçe û em ê destkeftiyên ji vê mezintir bi dest bixin. "