ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2023'YAN

  • 09:00 20 Îlon 2023
  • Rojev
 
*Bi hevkariya partiyên "Îslama Siyasî" kesên tundiyê li jinan dikin tên parastin. Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA'yê Menice Gulmez, têkildarî mijarê da zanîn di bin navê îslamê de ev partîna jinan diçewisînin û got:"Wê têkoşîna li dijî polîtîkayên di bin navê îslamê de dewam bike." DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Şehbayê tevlî panela bi munasebeta salvegera qetilkirina Jîna Emînî hat lidarxstin, bûn bal kişandin ser girîngiya dirûşma "Jin jiyan azadî" û wiha gotin:" Bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' hemî jinên cîhanê daxwaza azadiya xwe dikin. Em ê bi saya şehîdên mîna Jîna Emînî dagirkerî, tundî û faşîzmê têk bibin. Em ê dirûşma 'Jin jiyan azadî' li hemî deverên cîhanê belav bikin. Wê serhildan bi vê dirûşmê û bi pêşengiya jinan bi ser bikeve." DÎMEN HEYE
 
*Dildara Mor Çayi Leyla Soydîç da zanîn ku jin nikarin biçin stargehên dewletê, hewcedarî pir bi stargehan heye û got: “Polîtîkayên dewletê raste rast bandor li ser jiyana jinan dike. Mafên me yên wekhev nadin me. Em wek Mor Çati li dijî van polîtîkayan wê xeta têkoşînê bidomînin û mekanîzmayên dewletê bidin zorê.” BI DÎMEN 
 
*Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrişên PDK'ê ya li başûrê Kurdistanê didomin. Endamên Dayikên Aştiyê diyar kirin ku naxwazin komkujiyek din pêk bê û gotin: "Dewleta Tirk kurdan tîne li hember hev. Em wek Dayikên Aştiyê dê li dijî şer bibin mertal." BI DÎMEN 
 
* Psîkolog Fadîme Temel ku li Semsûrê piştî erdhêj çêbû piştgiriya psikolojik da, istismar û tundiya ku li ser jin û zarokan vegot û diyar kir ku jin xwe di ewlehiyê de hîs nakin. BI DÎMEN