Di şewata li fabrîkayê de du karkerên jin jiyana xwe ji dest da

  • 18:00 19 Îlon 2023
  • Rojane
ENQERE - Li fabrikaya süngere ya Sîteya Sanayî ya GER-SAN şewat derket û du karkerên jin jiyana xwe ji dets dan. 
 
Li taxa Yenîmahale ya Enqereyê li Sîteya Sanayî ya Ger-San li fabrîqeya sîngerê şewat derket. Di şewatê de Muge Çetîn  ya midûka muhasebe bû û karkera Iraqî Safîre Acem jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên her du karkeran ji aliyê ekîbên îtfayê ve hatin derxistin û ji bo otopsiye şandin saziya Tipa Edlî.
 
Der barê şewata ku kirin bin kontrolê de lêpirsîn hat destpêkirin.