Rapora Qelqelî hat aşkerekirin: Bê pîvan çek hat bikaranîn

  • 14:27 19 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
WAN – Li taxa Çamilî ya Qelqelî ku di encama operasyonê de du kesan jiyana xwe ji dest dabû OHD, ÎHD û Baroya Wanê rapora ku amadekir, aşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku bê pîvan çek hatiye bikaranîn û hat gotin ku divê hemû gumanbarên ku di bûyerê de cih bên darizandin.
 
Di 31’ê tebaxê de li taxa Çamilî ya navçeya Qelqelî ya Wanê, operasyona ku hat destpêkirin de di encama bikaranîna çekên giran de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Baroya Wanê ku di 2’yê îlonê de çûbûn cihê bûyerê lêpirsîn kiribûn û rapora xwe amadekirin li avahiya baroyê de aşkere kirin. Daxuyaniyê Hervserokê OHD’ê yê Wanê Murat Ozçîçek xwend. 
 
Mûrat, bi lêv kir ku lêpirsîna ku kirinûn rapora xwe temam kirine û diyar kir ku raporê li gor çavderî, dîmenên bi qeyt û şahidên bûyerê amadekirine. Mûrat, destnîşan kir ku di encama lêkolînê de dîtine ku çekên giran û bê pîvan hatine bikaranîn. Mûrat, wiha domand: “Dîmenên ku gihiştin destê me de avahî bi çekên giran hatine gulebarankirin. Di encama gulebaranê de dû xanî bilind bûye. Her wiha hat dîtin ku malê de teqîn pêk hatiye û avahî di encamê de hilweşiyaye. Ji ber gulebarana bê kontrol otomobîla ber malê texrîp bûye. Du kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan hat dîtin ku çekên giran û bê pîvan hatine bikaranîn. Bikaranîna çekan binpêkirina mafê jiyanê ye. Ji ber vê yekê li gor xala TCK a 81 û berdewamiyê de bi sûcê kuştinê bi awayek giran bên cezakirin. Bikaranîna çekan bê pîvan çêbûne, divê hemû gumanbarên k udi bûyerê de cih girtine bi gumana veşartina delîlan di girtîgehê de bên darizandin.”