12 kes hatin binçavkirin

  • 11:53 19 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdegirtinên malan ên li Colemêrg û Antalyayê de herî kêm 12 kes hatin binçavkirin.  
 
Li Colemêrg û Antalyayê di serdegirtina malan de herî kêm 12 kes hatin binçavkirin
 
Colemêrg 
 
Li navenda Colemêrgê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku herî kêm 10 kes bi îdiaya "Endamtiya rêxisinê" û "Propagandaya rêxistinê" hatine binçavkirin. Polîsan kesên binçav kirine birin Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê. Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: "Bûrak Ecer, Şukran Ozek, Zubeyîr Akgul, Salîh Yakin, Arîf Dûman, Cevher Erbaş, Rojhat Safali, Abdullah Firtina, Mehmet Demîr û Omer Mete.
 
 Antalya 
 
Li Antalyayê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 2 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesên sedema binçavkirina wan nehate zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.