Şanaz Îbrahîm banga rawestandina êrişan kir

  • 11:52 19 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Desteya Rêveber ya Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed, derbarê êrişan de axivî û got: "Bang li Hikumeta Iraq, Herêmê û civaka navnetewî dikim ku sînorek ji êrişên hewayî yên welatên cîran re danin.”
 
Derbarê êrişa li hemberî balafirgeha Silêmaniyê de endama Desteya Rêveber ya Mekteb Siyasî ya Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed daxuyaniyek da.
 
Şanaz,di daxuyaniya xwe de ragihand ku derbaskirina serweriya xaka Iraq, binpêkirinek berçav ya soz û peymanên navnetewî ye û got; “Bang li Hikumeta Iraq, Herêmê û civaka navnetewî dikim ku sînorek ji êrişên hewayî yên welatên cîran re danin. Bang li hêzên koalîsyonê dikim ku sîstemek pêşketî ya dijî dironên ku qada me ya hewayî kirine cihê pêşbaziya hêzên nenas, peyda bikin.”
 
Şanaz di dawiya daxuyaniya xwe de got; “Mixabin tevî şehîdxistin, birîndarkirina welatiyên bê guneh, şewitandina sedan gundan, şandina gelek nameyên fermî yên ji bo nerazîbûnê, hîn jî dijî aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê planên xwe yên qirêj dimeşînin û dewam dikin.”