Li Silêmanî ji ber agir 2 hezar donum pûş û daristan şewitî

  • 11:00 19 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand ku ji ber sedemek nediyar agirek mezin li derdora gundê Gewredê ya ser bi Axcelerê ketiye.
 
Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber sedemek nediyar agirek mezin bi derdora gundê Gewredê ya ser bi Axceler ya girêdayî Silêmaniyê ketiye.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku 2 hezar donum pûş û daristan şewitiye û hate gotin; “Tîmên parastinê agir kontrolkirin kirin, lê di encama agir de du hezar donum puş û daristan şewitî û ziyanek mezin bi xwezaya herêmê ketiye.”