Parêzvanên mafên mirovan hatin beraetkirin

  • 14:26 18 Îlon 2023
  • Hiqûq
 
WAN - Nûnera TÎHV'a Wanê Sevîm Çîçek û Bijîşkê Serlêdanê yê THÎV'ê Huseyîn Yavîç ên ji doza bi îdiaya "muxalefeta civîn û xwepêşandanê kirine" dihatin darizandin, beraet kirin. 
 
Nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) a Wanê Sevîm Çîçek û Bijîşkê Serlêdanê yê THÎV'ê  Huseyîn Yavîç ku beşdarî protestokirina bûyera qezayê ya bû sedema mirina Dr. Rumeysa Berîn Şen a di sala 2021'ê de bûbûn, bi îdiaya "muxalefetiya civîn û xwepêşdanê kirin e" doz li wan hatibû vekirin. 
 
Danişîna biryarê ya doza derbarê Sevîm û Huseyîn de îro li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Piştî parastinan dadgehê diyar kir ku Sevîm û Huseyîn mafên xwe yên destûrî bikar anîne û derbarê wan de biryara beraetê da.