'Ji sala 2015'an vir ve êrişên li dijî jinên kurd zêde bûne'

  • 14:21 18 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
ANKARA - Platforma Jinan a Enqereyê derbarê kuştin û şîdeta li hemberî jinê de daxuyaniyek da û got: "Ji sala 2015'an û vir ve hewldanên dewletê yên ji bo pêşîgirtina li têkoşîna jinan a li Kurdistanê zêde bûne. Em jin carekdin diyar dikin ku em ê bi hev re li dijî şîdetê têbikoşin." 
 
Platforma Jinan a Enqereyê derbarê polîtîkayên bêcezahiştinê û parastina kiryaran de li Sendîkaya Xizmetên Sivîl civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku pankarta "Bi polîtîkayên bêcezakirinê kiryar di bin parastinê de ne, em destûr nadin" hate vekirin endama platformê Sîbel Goktaş daxuyanî da. 
 
Sîbel diyar kir ku Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên girêdayî rejîma Îranê ve hat qetilkirin, di têkoşîna azadiyê ya jinan de bû xala guhertinê û wiha got: “Jin bi awayekî rêxistinî daketin qadan û bi hêz bûn.  Lêbelê, ev tenê destpêk bû. Xwepêşandanên ku piştî mirina Jîna li Îranê dest pê kirin, li hemû cîhanê belav bûn û dengê wan bû 'Jin, jiyan, azadî', li avahiyên dewletparêz ên serdest ên mêr ên ku dixwazin bi ji nû ve dîzaynkirina tevahiya cîhanê ji krîzên kûrtir derbikevin, ketin. Kuştina Jîna Emînî di derbarê tundî û astengiyên ku jin di hemû qadên jiyanê de rastî êrişan tên û êrişên li ser mafên jinan li Îranê zêdetir hişyarî da û bi hezaran kes daketin kolanan. Lê ev xwepêşandan ne tenê bertekên salek berê ne, beşek ji têkoşîna dirêj û bi biryar a jinên Îranê ne."
 
Sîbel bal kişand ser şîdeta mêr û wiha bilêv kir: “Bi taybetî ji sala 2015’an û vir ve ku êriş û hewldanên dewletê yên ji bo pêşîgirtina li têkoşîna jinan li bajarên Kurdan zêde bûne, tacîz û êrişên hiqûqê yên li dijî jinên Kurd jî zêde bûne. Ji ber wê yekê ku yekem tiştê ku qeymeqam ji bo şaredariyên parêzgehên kurdistanê tayîn kirin, komeleyên jinan û navendên hevgirtinê yên şaredariyan girtin. Bi tayînkirina mêran li van deran, hevalên me yên li navendên me yên jinan ên li dijî tundiya li ser jinê dixebitin binçav kirin û girtin."
 
Sîbelê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dibînin, dizanin, şîdeta mêr a ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hatiye sazûmankirin, em dibînin û nas dikin. Heya ku tundiya li ser jinê bê ceza bimîne û dewlet li pişt van kiryaran bisekine, ti kes ji me ne ewle ye. Lê em li ku dibin bila bibin, li dijî vê şîdeta birêxistinkirî divê em têkoşîna xwe ya jinan berfireh bikin û li kêleka hemû jinên rastî şîdetê tên. Em jin diyar dikin ku em ê bi hev re têkoşîna xwe ya aştî, edalet, azadî, jiyan û wekheviyê bidomînin. Em ê bi hêza ku ji bîranîna Mahsa Jîna Emînî û îradeya jinên Îranî ya ji bo domandina têkoşîna xwe ya jiyanê distînin, ji bo pêşeroja xwe li Îran, Tirkiye û cîhanê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin."