Leşker li Şirnexê baxçeyên gundiyan dişewitînin

  • 13:58 18 Îlon 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Hat zanîn ku gundê Bana yê ku 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye, baxçeyên gundiyan ji aliyê leşkeran ve tên şewitandin. 
 
Li gundê Bana yê bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ve 2 meh in bi hinceta ku operasyon heye di bin dorpêça leşkeran de ye. Çend roj beriya niha jî Walitiya Şirnexê çoltara gund ji gundiyan re qedexe kiribû û gundiyan ji neçariyê sewalên xwe ji gund derxistibûn. Zext û talûkeya li ser gund didome. Gundiyên ku heta niha bi destûrê diçûn bexçeyên xwe niha bi temamî li wan hatine qedexekirin. Leşkerên gund ê ku baxçeyên wan ê fêkî û zebze û zeviyên wan ê birincê li wan hatibûn qedexekirin îro leşkeran gule baran kir. Di encama gulebarana leşkeran de  li bexçeyan şewat derket. Şewata ku didome vemirandina wê ji aliyê leşkeran ve tê astengkirin.