'Em azadiya Rêberê xwe dixwazin'

  • 10:29 18 Îlon 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Dayikên Aştiyê yên Efrînê yên bi meşa li Şehbayê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin wiha gotin:"Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Pêwîst e rêxistinên mirovî bi erka xwe rabin û Rêberê me azad bikin û em her li ser piya bin heta ku em azadiya Rêberê xwe mîsoger dikin."
 
Li herêma Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Dayikên Aştiyê tevlî çalakiya meşê bûn. 
Meşê ji Qada Serdemê dest pê kir û li Parka 4 Avrêlê bi dawî bû. Dayikên Aştiyê yên tevlî vê meşê bûn bertek û nerazîbûna xwe nîşanî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin heta Abdullah Ocalan azad nebe ew ê dest ji çalakiyên xwe bernedin. 
Raya giştî li ser bê deng man e
 
Dayika Aştiyê, Asiya Ebdo bal kişand ser bêdengiya raya giştî, rêxistinên mafên mirovan û wiha got:"Em bi navê Dayikên Aştiyê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me, şermezar dikin û daxwaz dikin ku dengê me bigihêje raya giştî. Çima heta roja me ya îro, rêxistinên mafên mirovan, têkildarî êriş û tecrîda li ser me û li ser Rêberê me bêdeng mane? Çima mafê mirovan naparêzin?"
 
'Em dixwazin Rêberê me were rizgarkirin'
 
Asiya bal kişand ser azadkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû:" Em ne tenê daxwaza bidawîbûna tecrîdê dikin, em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Em dixwazin ji zindanê were berdan. Ji ber ku Rêberê me ne tenê ji bo gelê kurd azadî û aştiyê dixwaze, Rêberê me ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn tevan, têkoşîn û berxwedanê dike."
 
'Pêwîst e CPT bi erka xwe rabe'
 
Di dawiya axaftina xwe de Asiya bang li raya giştî kir û ev tişt anî ziman:"Banga me ji bo raya giştî û CPT'yê  heye ku agahiyekê ji Rêberê me bîne da ku aştî li cîhanê belav bibe. Em weke Dayikên Aştiyê, şer naxwazin, em aştiyê dixwazin û wê her têkoşîna me dewam be. Em ê her li ser piya bin heta ku Rêberê me were azadkirin."
 
'Pêwîst e rêxistinên mirovî bi erka xwe rabin' 
 
Dayika Aştiyê Selwa Ehmed jî tecrîd şermezar kir û wiha got:"Ev bû 24 sal in Rêberê me di nava zindanê de li berxwe dide. Em weke Dayikên Aştiyê bi tundî vê tecrîdê şermezar dikin. Ma Rêberê me çi sûc kiriye ? Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Pêwîst e rêxistinên mirovî bi erka xwe rabin û Rêberê me azad bikin û em her li ser piya bin heta ku em azadiya Rêberê xwe mîsoger dikin."