Li dijî êrîşên PDK’ê banga tevlibûna daxuyaniyê

  • 18:31 17 Îlon 2023
  • Rojane
COLEMÊRG –  Rêxistinên DBP, HDP û Partiya Çep a Kesk  li Colemêrgê çûn serdana esnafan û li dijî êrîşên PDK’ê banga tevlibûna daxuyaniyê kirin.
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi armanca bale bikşîne ser êrîşên PDK’ê yên li herêma Federal a Kurdistanê, li Gever a Colemêrgê wê li ber Navenda Kar a Zagros daxuyaniyê bide.  Rêxistinên DBP, HDP û Partiya Çep a Kesk çû serdana esnafan û ji bo tevlibûna daxuyaniyê bang kirin. Di serdana esnafan de parlamentera Partiya Çep a Kesk Gulden Varli ya Wanê, parlamentera Agiriyê Necla Demîr û nûnerên DBP, HDP û Partiya Çep a a Kesk cih girtin.
 
Parlamenter Gulden Varli di serdanê de axivî û da zanîn ku ew li dijî van êrîşan wê daxuyaniyê bibin û banga tevlibûna daxuyaniyê kir. Gulderenê di serdanê de diyar kir ku bibin yek û pêşî li vî şerî bigirin.