Li Mêrsînê jinan rêveberiyên herêmî nîqaş kirin

  • 16:28 17 Îlon 2023
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Di komxebata ku bi sernavê “Xurtkirina tevlêkirina jinan a rêveberiyên herêmî" de hat lidarxistin de jinan bal kişand ser mekanîzmayên biryargirtinê û gotin: “Em çiqas di mekanîzmayên biryargirtinê de cih bigirin dê ewqas karibin pirsgirêkên civakê çareser bikin.” 
 
Komeleya Jinan a Mîmozayê ku li Mêrsînê xebatên xwe didomîne. Di çarçoveya xebatan de bi sernavê “Xurtkirina tevlêkirina jinan a rêveberiyên herêmî" komxebatek li dar xist. Gelek jin tev li komxebata li oteleke navçeya Akdenîzê hatiye lidarxistin, bûn. Akademîsyen û pispora rêveberiyên herêmî Bahar Ozden Coşkûn têkildarî xurtkirina tevlêkirina jinan a rêveberiyên herêmî pêşkeşiyek kir û da zanîn ku divê jin bêhtir li ser pirsgirêkên taxê xwedîagahî bibin.
  
Endama Meclisa Şaredariya Akdenîzê ya HDP’ê Nûran Aslan destnîşan kir ku Midûrtiya Polîtîkayên Jinan yekem carê di dema wan de hatiye vekirin û wiha domand: "Me di mijara girtina kar de wekhevî esas girt. Me bi taybetî ji jinên astengdar re derfet ava kirin. Bi hatina qeyûm re ev destkeftî tevek ji holê hatin rakirin. Xebatên me yên bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê diparêze feraseta desthilata zilam tirsand. Ji bo hilbijartinê demeke kin ma û divê em jinan teşwîq bikin ku bibin keya, endamên meclisê, hevşaredar… Em çiqas di mekanîzmayên biryargirtinê de cih bigirin dê ewqas karibin pirsgirêkên civakê çareser bikin.” 
 
Hevseroka Şaxa GOÇ-DER’a Mêrsînê Gulhan Yag Demîr jî da zanîn ku desthilat jinan dijberî hev dike û ev tişt gotin: “Herî zêde jinan dijberî hev dikin. Şaredarî nikarin bi hev re xebatê bidin meşandin. Mînak, şaredariya MHP’î û şaredariya HDP’î nikarin xebata hevpar bidin meşandin. Jin nikarin ji deriyê Şaredariya Mezin bikevin hundir. Mala xwe spartinê ya jinan me vekir qeyûm girt. Niha jî Şaredariya Akdenîzê dibêje em ê ‘mala xwespartinê ya jinan’ vekin. Madem dê we ev mal vekira wê demê we çima ya heyî girt? Jinan wekî gefê dibînin. Divê em jin bi hev re bin. Tenê ev yek dê serkeftinê ji me re bîne.”
 
Komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.