Neam Îlyas êrişa li dijî Şengalê şermezar kir: Em Şengalê terk nakin

  • 15:46 17 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama TAJÊ Neam Îlyas derbarê êrişa ku îro pêk hatî de wiha got: "Divê bizanin em Şengalê terk nakin."
 
Îro di saetên piştî nîvro de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk li nêzî kampa Serdeştê ya Şengalê wesayîtek bombe kir. Têgotin di encamê êrîşê de 3 kes birîndar bûne.
 
Piştî bûyerê xelkê herêmê çûn cihê bûyerê. Endama Rêveberiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Îlyas ku çû cihê bûyerê, nerazîbûn nişana êrişên li ser civaka Êzidî da.
 
Neam, diyar kir axa Şengalê bixwîna keç û xortên êzidî hatiye avdan û got: “Ew her roj jî êrişê me bikin, em Şengalê terk nakin. Me her roj şehîd jî bixin, wê hinek din bikevin dewsa wan û em ê li ber xwe bidin. Em nahêlin ew li Şengalê dilê xwe rehet bikin. Em li ser êzdayetiyê û bîr û baweriya xwe bimînin.”
 
Neam îlyas ku nerazîbûn nişana şîrîkatiya Barzanî û Erdogan da, di dewama axaftina xwede vê peyamê da: “Şengalê firotin, dilê wan rehet nebû, niha her roj li ser van rêyan êrîşê zarokên me yên ku DAIŞ’ê şikandin, dikin.”
 
Di dawiya axaftina xwede Nean îlyas diyar kir, ew nikarin bi êrişan wan bişkînin û vê peyamê da: “Emê li berxwe bidin û li gel zarokên xwe bisekinin.”