Lîstikvana wêneyê Jînayê parve kir hat girtin

  • 14:04 17 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwişka lîstikvana Îranî Hania Tewsûlî, Tanaz Tewsûlî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku xwişka wê bi şev li mala xwe hatiye girtin û wê birine cihekî nediyar.
 
Di salvegera yekem a qetilkirina Jîna Emînî de, lîstikvan Hania Tewsûlî di roja 16’ê Îlonê de, wêneyê Jîna Emînî ku li metroya “Heqanî” ya Tehrana paytexta Îranê hatiye kişandin, belav kir û wiha nivîsîbû: “Bêdengî... wêneyekî diyarker e. Ev kenê wê yê, wêneyê dawî ye. Bêgunehî, ciwanî, bedewî û xwîna pak. Efsaneyek çêbû. Jîna Emînî nemir bû.”
 
Çend saet piştî girtina Hania Tewsûlî, hesabê wê yê li ser tora civakî yê Instagramê ku wêne li ser parve kiribû, hat girtin. Hanîa beriya niha bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” piştgirî dabû serhildanê.
 
Çend roj beriya salvegera qetilkirina Jîna Emînî, zextên ewlehiyê li ser çalakvanên sivîl û malbatên qurbanî û girtiyan di serhildana gel a Îranê de zêde bûn û heta niha hinek ji wan hatine girtin.